Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şengalî dê sibe dijî êrîşan û dagirkeriyê bimeşin

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê û planên dijî Şengalê, dê sibe meşek mezin were lidarxistin. Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bang li tevahiya pêkhateyên êzidî, ereb û dostên wan kir ku tev li meşê bibin

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê û planên li dijî Şengalê, dê sibe Şengalê meşek mezin were lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ve tê organîzekirin, dê sibe saet di 15.00’an de li pêşiya Medreseya Sor a li navenda Şengalê destpê bike. MXDŞ’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û banga tevlibûna meşê kir.

Daxuyanî û banga MXDŞ’ê wiha ye:

“Wekî tê zanîn 16’ê Tebaxê li navenda Şengalê êrîşeke bêbext li hemberî fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen pêk hat û di encamê de ew û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd ketin. Di ser de 17’ê Tebaxê vê carê jî Nexweşxaneya Sikeniyê bû armanca êrîşên hovane yên dewleta tirk û 8 kes şehîd ketin, 4 kes jî birîndar bûn. Me roja destpêkê jî gotibû; planên fermanên nû li ser serê êzidiyan digerînin. Dixwazin bi gef, kuştin û komkujiyan îradeya civaka zidî teslîm bigirin. Dibêjin ku dê Peymana 9’ê Cotmehê bi komkujiyan pêk bînin. Ev komkujî her çiqas bi destê dewleta tirk a dagirker hat kirin jî, hevkarî û şîrikatiya PDK’ê, hikûmeta Iraqê, NY û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heye.

Em jî li hemberî van êrîş û gefan dibêjin ku çi dibe bila bibe em serê natewînin. Ji bo ku em hêrs û helwesta xwe li hemberî hemû dijminên Êzdiyatiyê nîşan bidin, ji bo ku van êrîşên hovane yên li ber çavê mirovahiyê şermezar bikin, ji bo ku em soza Şengala Xweser û Azad cardin bidin hemû şehîdên xwe, em sibe meşeke girseyî lidardixin.

Meşa girseyî sibe, 21’ê tebaxê saet di 15:00’an de li navenda Şengalê tê lidarxistin. Em bang li hemû civaka êzidî, gelê ereb û dostên Şengalê dikin ku beşdarî vê meşê bibin. Em ê di vê meşê de yekitiya xwe, tifaqa xwe, soz û baweriya xwe car din nîşanî dost û dijminan bidin. Em bang li herkesî dikin ku sibe tu kes li malên xwe nemîne, herkes ji bo bîranîna şehîdan û soza tolhildana wan tev li meşa girseyî bibe.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar