Di demeke êrîşên DAIŞ’ê li dijî başûrê Kurdistanê zêdebûne de, hikûmeta Iraqê xwest malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên welatiyên Iraqê ne û li kampa Holê ya rojavayê Kurdistanê tên girtin, di ser Şengalê re derbasê Iraqê bikin.
Lê Şengalî vê hewldana hikûmeta Iraqê di vê pêvajoya hesas a êrîş zêdebûne de weke hewldaneke provakatîv dîtin û nerazîbûn nîşandan.
Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê 20 pas ji aliyê hikûmeta Federal a Iraqê ve anîne Sinûnê û dixwazin di gundê Borikê re derbasê rojavayê Kurdistanê bibin û mablatên DAIŞ’iyan yên li kampa Holê derbasê Iraqê bikin.
Derbarê vê hewldanê de Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Haşim Hecî axivî û wiha got: “Bangawaziya me ji dewleta Iraqê re ye, cihê herî aram a Iraqê Şengal e. Ev demekî ye ku behsa vê tiştê dihate kirin û me ji nêz ve ev rewş dişopand. Divê vê hewldanê bide sekinandin.”
Li hember vê hewldanê hem asayîşa Êzîdxanê hem jî gel ket tevgerê û di encama nerazîbûna gel de pasên xwestin derbasê Rojava bibin, paşde hatin vegerandin. ŞENGAL