Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Şengalî ji bo xweseriyê meşiyan

Duh li navenda Şengalê bi pêşengiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ), bi dirûşma ‘Bes e ji qirkirin û fermanan re, dem dema xweseriyê ye’ meşek girseyî hate lidarxistin. Bi sedan kes tev li meşê bûn. Di meşa ku ji ber keleha Laleş destpêkirî û heya navenda Şengalê dewam kirî de gel bê navber sloganên xweseriya Şengalê qêriyan.

Piştî ku meşvan gihiştin navenda Şengalê, daxuyaniyek hat dayîn. Serokê PADÊ Emer Salih axivî û bang li Hikûmeta Iraqê kir da ku keda civaka êzidî ya ji dema fermanê ve li Şengalê tê dayîn qebûl bikin û mafê êzidiyan bê dayîn û ev tişt anî ziman: “Piştî fermanê gelê Şengalê xwe bi xwe rêve dibe û heya niha tu kesê ji der ve alîkarî nedaye Şengalê. Di serî de Şengal hêzên xwe YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ava kir. Xwe parastin û saziyên xwe avakirin. Pêwîst e Rêveberiya Xweser a Şengalê li Iraqê were qebûlkirin.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Meyan Nasir û li ser navê desteya eşîran a Şengalê Seyfîfd Melihim jî axivîn. Di axaftinan de hat gotin ku ger xweserî çênebe, wê pirsgirêk jî neyên çareser kirin û hate diyarkirin ku di dîrokê de tu kes li êzidiyan xwedî derneketine, ji be vê jî niha civaka êzidî biryar daye xwe bi xwe rêve bibe. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar