PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Şengalî li dijî dorpêçê dixwazin bimeşin, hêzên Iraqê hewl didin asteng bikin

Xelkê Şengalê ku li dijî siyaseta hikumeta Kazimî ya dorpêçkirinê û çêkirina dîwaran, ev demeke di nava çalakiyan de ye, îro di vê çarçoveyê de xwestin meşek protestoyî lidarbixin, artêşa Iraqê hewl dide asteng bike

Hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide. Ev nêzî meheke artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû ku bi taybet ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi sîman dorpêç bike. Iraq di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de dîwar çêdike.

Li dijî polîtîkayên hikumeta serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî xelkê Şengalê îro meşek girseyî lidarxist. Bi sedan kesên li Komelgeha Xanesor û Sinunê kombûn, berê xwe dan baregeha artêşa Iraqê ya li Tirbika ku nêzî sînore.

Lê artêşa Iraqê bi hêzeke mezin rê li ber girseya gel girtiye û nahêle girse bimeşe. Tevî artêşa Iraqê hatibû agahdarkirin, lê dîsan bi hêceta ku agahiya wan ji meşê nînin, rê li ber girseya gel girt.

Her wiha li gorî agahiyan gelek şêniyên Ereb ên ku xwestine tevlî meşê bibin, ji aliyê hêzên Iraqê ve gef li wan hatiye xwarin da ku tevlî meşê nebin.

Di van kêliyan de aloziya li herêmê dewam dike, hevdîtin tên kirin lê heya niha ti encamek derneketiye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar