Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şengaliyan li cihê komkujiyê peyam da: Em ê xwedî li xweseriyê derkevin

Di meşa ku dijî êrîşên dagirkerî, komkujiyan û planên Şengalê hat lidarxistin de, peyama ‘Em ê li hemberî plan û komployên li ser Şengalê, wekî dîwarekê bisekinin, bi hemû pêkhateyên xwe re li ber xwe bidin, em ê xwedî li îrade û xweseriya Şengalê derkevin’ hat dayîn

Li Şengalê dijî êrîşên dagirkerî, komkujiyan û planên dijî herêmê, bi beşdariya sedan kesan û dirûşmeyên, ‘Bimire xiyanet’ û ‘Şehîd namirin’ meş pêk hat.

Meşa ku ji aliyê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ve hat organîzekirin, li pêşiya Medreseya Sor a li navenda Şengalê destpê kir. Di meşa ku beşdariya zêde ya jinan balê dikişîne de, serok û rêveberên sazî û dezgehên Şengalê, endamên Meclisa Eşîran, rûsipiyên herêmê û bi sedan kes cih girtin.

Di meşê pankartên ‘Em iraqî ne, em êzidî ne, ji bo mafên xwe têdikoşin’, ‘Bi tola şehîdan wê xweseriya Şengalê mîsoger bibe’ û wêneyên şehîdên Şengalê hatin bilindkirin. Her wiha bênavber dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bimire xiyanet’, ‘Bijî berxwedana Şengalê’ hatin berzkirin.

Hatibû plankirin ku meş li ber Saziya Emil Wetenî bidawî bibe, lê girseya gel li vir nesekinî û heta Sukava Kevin Şengalê ku balafira dewleta tirk a dagirker li wir wesayîta Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen bombebaran kiribû û ew şehîd xistibû, meşiya.

Piştî meşê li cihê ku Fermandar Seîd Hesen lê şehîd bibûn daxuyanî hat xwendin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Cigîrê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ve hat xwendin, wiha ye:

“Bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, hemû pêkhateyên wê, sazî û dezgehên wê û gelê wê em êrîş û komployên dewleta tirk û hevalbendê wê bi tundî şermezar dikin.

Di demeke ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li herêma Şengalê bû de, balafirên dewleta tirk a dagirker 16’yê Tebaxê navenda Şengalê bombebaran kir û yek ji pêşengên civaka êzidiyan, fermandarê YBŞ’ê û parasvanê wî ku di rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê de rolek sere lîstine, şehîd bûn.

Tirkiye bi vê yekê re jî sînordar nema û balafirên wan ên şer di 17’yê Tebaxê de gundekî li bakur rojhilatê çiyayê Şengalê bombebaran kirin. Di vê bomberanê de 8 kesên ku di nava wan de endamên tenduristiyê jî hene şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Ev êrîş binpêkirina serweriya xaka Iraqê, mafên mirovan, peymanên navnetewî, pîvanên mirovî ye.

Tê zanîn ku pêkanîn çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê kiribûn, bi destê dewleta tirk û serokomarê wê Erdogan pêk hatine. Armanca van êrîşan tunekirina nasnameya civaka êzidî ye ku xwedî dîrokek kevnare ye.

Em ê li hemberî van plan û komployên li ser Şengalê tên meşandin, wekî dîwarekê bisekinin. Em ê bi hemû pêkhateyên xwe yên êzidî, şîa, ereb re li ber xwe bidin, em ê xwedî li îrade û xweseriya Şengalê derkevin.

Em dixwazin ji Hikûmeta Iraqê bipirsin ka çima bêdeng e. Hikûmeta Iraqê berpirsyara parastina ax û civaka Iraqê ye. Pêwîst e hikûmet erka xwe bicih bîne û bi hemû şêwazan bersiva dewleta tirk bide. Her wiha divê li ser van êrîşan îzahekê ji civaka êzidî re bike.

Em bang li hemû pêkhate, ol û baweriyên Iraqê bang li hemû derdorên xwedî wijdan û şeref dikin ku dijî plana Osmaniyan a dewleta tirk helwest nîşan bidin.

Her wiha em bang li raya giştî ya navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û saziyên baweriyan dikin ku mudaxeleyî rewşê bikin û helwest nîşan bidin.

Em careke din ji hemû civak û pêkhateyên ku rastî zulmê hatine re dibêjin ku em ê bîr û baweriyên şehîdên xwe ku ji bo xaka xwe canê xwe feda kirine, bicih bînin, soza xwe dubare dikin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ bidawî bû. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar