Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Şengaliyan şehîdên xwe oxir kirin

Şengalî fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan bi merasîmeke bi heybet spartin axê. Di merasîmê de peyamên bilindkirina berxwedanê û banga beşdarbûna nava refên YBŞ-YJŞ’ê li ciwanên êzidî hat kirin

Fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan ku duh di encama êrîşa balafira bêmirov a tirk de li Geliyê Şilo şehîdbibûn, bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

Rêveberiya Meclisa Xweser Şengalê, nûnerên hemû saziyên Şengalê, şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi awayeke girseyî tev li merasîma şehîdan bûn. Di saetên sibehê de cenaze piştî ji nexweşxaneya şehîdên Xanesorê hatin girtin, wecîbeyên olî hatin pêkanîn û piştî wê ber bi Şehîdgeha Şehîd Dilgeş-Şehîd Berxwedan ve hatin birêkirin.

Girseya gel a astengiya artêşa Iraqê nas nekir, bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ tev li merasîmê bûn. Piştî cenaze gihîştin lofên Korika ji wesayîtan hatin daxistin û li ser milê rêhevalên xwe derbasê şehîdgehê hatin kirin.

Di merasîmê de li ser navê saziyên Şengalê û YBŞ’ê axaftin hatin kirin. Bi navê YBŞ’ê Zekî Şengalî axivî û diyar kir ev êrîş ji bo şikandina îradeya civaka êzidî û ji holê rakirina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistine.

‘Em ê dest ji berxwedanê bernedin’

Şengalî diyar kir ku şehîd Azad û şehîd Enwer ji bo parastina civaka êzidî çek rakiribûn û bi şêwazeke fedayane xwedî li gel derketin û wiha got: ”Bila herkes bizane, li vê derê gelek heye, hêzek heye. Çi dibe bila bibe em ê dest ji berxwdanê bernedin. Hevalê Dijwar Feqîr digot ‘em ê canê xwe bidin eger têr nekir em ê zarokên xwe jî bidin.’ Çi dibe bila bibe em ê civaka xwe biparêzin. Em wekî YBŞ’ê ji bo parastina civaka xwe amade ne.”

‘Dema xiyanetê berê xwe dan berxwedanê’

Piştî vê axaftinê li ser navê her 2 malbatên şehîdan Rojhat Qîranî axivî. Rojhat Qîranî jî bal kişand ser kesayeta berxwedêr a her 2 şehîdan û ev tişt anî ziman: “Di 3’yê Tebaxa 2014’an de dema ku xençerek ji pişt ve li me ket, dema ku xiyanet li nan û avê êzidiyan hat kirin, wê demê fermandar û pêşengê civaka êzidî Azad Êzdîn berê xwe da nav refên YBŞ’ê. Em wekî malbata rêheval Azad û rêheval Enwer dibêjin; em sersaxiyê li hemû civaka êzidî re dixwazin.”

‘Dewleta tirk hevkariya DAIŞ’ê dike’

Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Xidir Salih li ser navê civaka êzidî û gelê ereb axivî. Xidir Salih jî rexne li bêdengiya Neteweyên Yekbûyî kir û wiha got: “Dewleta tirk diyar e ku hevkariya DAIŞ’ê dike. Li Hesekê çeteyên DAIŞ’ê hewla reva ji girtîgehê dikin û dewleta tirk jî li rex DAIŞ’ê êrîşî ser Şengalê dike. Em bang li hikûmeta Iraqê jî dikin, êdî bes e ev bêdengiya li hemberî dewleta tirk.”

Herî dawî jî li ser navê TAJÊ Zozan Şengalî bi van gotinan banga berxwedanê li civaka êzidî kir: “Ez bang li hemû êzidiyan dikim ku rabin ser pêyan. Tu dewlet bi me ve nayên, bila êzidî ji xwe re bikin. Hikûmeta Iraqê nav kuçe û kolanên me tije leşker kiriye lê parastina me nake. Çiqas ji me şehîd bixin jî em ê bihêztir bibin.”

Piştî axaftinan cenazeyên her du cangoriyan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ spartin axê. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar