Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şêniyên Dêrikê meş lidar xistin

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê piştgirî da helwesta Rêber Abdullah Ocalan a redkirina hevdîtina bi CPTʹyê re

Ji bo piştgiriya ji helwesta rêber Abdullah Ocalan re ya redkirina hevdîtina bi CPTʹyê re, şêniyên navçeya  Dêrikê ya kantona Qamişloyê meşek li dar xist.

Meşê li Qada Azadî dest pê kir û di nava kolanên sereke yên navçeyê geriya. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin û posterên wî hatin hildan.

Meş li qada sûka navendî rawestiya. Li vir ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyekê rêz hat girtin. Piştre endama rêveber a Kongra Star a Dêrikê Wesfiye Mûrad bal kişand ser hevgirtina pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Biêxistinbûyîna me, hevgirtina me û yekitiya me nîşaneya îrade û israra me ya têkbirina hemû komployên dewleta tirk û komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.”

Wesfiye Mûrad diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî pêkhate; Kurd, Ereb û Suryan e. Her wiha piştgiriya xwe bi helwesta Rêber Abdullah Ocalan nîşan da û banga xwedîderketina li berxwedana Rêber Abdullah Ocalan heta mîsgeriya azadiya wî ya fîzîkî kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar