Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşiyan

Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê li dijî ambargo û dorpêçiya ku hikumeta Şamê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz dike, meşiyan. Di çalakiyê de hate xwestin ku bendên li dora herdu taxan bêne rakirin.

Bi hezaran kes ji şêniyên herêma Efrînê li navçeya Ehdas li ser rêya di navbera kantona Şehbayê û bajarê Helebê de kom bûn û li dijî siyaseta hikumeta Şamê û dorpêçkirina gelê kantona Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwepêşandaneke girseyî lidar xistin.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên “Em banga rakirina bendên kontrolê yên Firqeya 4’an û bidawîkirina dorpêçê dikin” rakirin. Şêniyan kiryarên hikumetê şermezar kirin û gotin, divê hikumeta Şamê ji ber kiryarên xwe û dorpêçkirina gelê Sûriyê, ji xwe şerm bike.

Xwepêşandêr li benda kontrolê ya “ewlehiya dewletê” sekinîn. Leşkerên hikumeta Şamê yên li benda kontrolê çekên sivik rakiribûn. Li wir bi zimanê kurdî û erebî ji bo raya giştî daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navên kantonên Şehba û Efrînê Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Şehbayê Îsmaîl Mûsa û Endama Meclîsa Kantona Efrînê Leyla Heftaro daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Aloziya Sûriyeyê 11 sal li pey xwe hiştin, lê hîna jî rejîma Sûriyeyê di çareseriya leşkerî de israr dike û siyaseta ambargoyê dewam dike. Bi wê yekê armanc dike sivîlan birçî bike. Ji beriya 4 salan ve û heta roja îro hikumeta Şamê wê siyasetê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dimeşîne ku zêdetirî 200 hezar sivîl li her du taxan dimînin. Her wiha li ser herêmên Şehbayê ku bi sed hezaran koçberên Efrînê û herêmên Şehbayê yên dagirkirî lê hene. Em Meclîsa Kantonên Efrîn û Şehbayê dorpêçkirina li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û li ser herêmên Şehbayê şermezar dikin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên kar û barên penaberan dikin ku zextê li hikumeta Şamê bikin, daku ambargoyê rake. Her wiha em bang dikin ku berê xwe bidin herêmên Şehbayê daku sûcên dewleta tirk a dagirker li dijî koçberan belge bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku wê gelê li kantona Şehbayê tevî zor û zehmetiyan jî heta rizgarkirina Efrîn û herêmên Şehbayê yên dagikirî li ber xwe bide. Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê hate kirin ku ambargoya li ser taxên Şêxemqsûd û Eşrefiyê û herêmên Şehbayê rake, çûn û hatin û veguhestina madeyên xwarinê, derman, sotemenî û ard ji bo taxên Şêxmqsûd û Eşrefiyê û Şehbayê were hêsan kirin û bendên kontrolê yên Firqeya 4’an yên li ser hemû rêyên diçin Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê werin rakirin.

Daxuyanî bi silavkirina berxwedana şêniyên Efrîn, Şehba, Şêxemqsûd û Eşrefiyê bi daw bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar