Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Şêniyên Efrîn û Şehbayê meşiyan

Bi hezaran welatiyên kantonên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina tevlênekirina rêveberiya xweser a di komîteya makeqanûnê de û gefên dewleta tirk ên li ser Rojava  meşiyan. Di çalakiyê de hat gotin ku makeqanûna ku vîna wan temsîl nake dê nas nekin. Her wiha welatiyan dewleta tirk jî şermezar kir

Bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê û tevlênekirina nûnerên rêveberiya xweser a di Komîteya Makeqanûna Sûriyeyê de, îro bi dirûşma ‘Destûra me peymana me ya civakî ye ku bi xwîna şehîdên me hatiye nivîsandin’ meşek li dar xist. Meş li gundê Til Qireh ê Şehbayê dest pê kir û heta qada Meclisa Malbetên Şehîdan dom kir.

Di meşê de çalakvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê hilgirtin. Di heman demê de çalakvanan pankartên weke ‘Em bêdengiya koalîsyonê navneteweyî û NY’yê ya li hemberî tevlênekirina me ya destûrê şermezar dikin’ û ‘Destûra ku em beşdarî wê nebin, em soza pêkanîna wê nadin’ vekirin. Di çalakiyê de welatiyan dirûşmên ‘Na ji destûra nû re’ û ‘Bijî berxwedana gelê Sûriyeyê’ berz kirin.

Armanca peymanên li ser Sûriyeyê

Girseya ku heta ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan meşiya, li vir daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê Şêrîn Silêman axivî û wiha got: “Xuya dibe ku hemû hevpeyman û hevdîtinên ku pêk dihatin, ji bo wêrankirina civaka Sûriyeyê, koçberkirina bi milyonan kesan û guhertina demografyaya Sûriyeyê bû.”

Gefên dewleta tirk şermezar kirin

Silêman piştre jî biryara NY’yê avakirina Komîteya Makeqanûna Sûriyeyê bi bîr xist û got ku komîte bi lihevkirina Rûsya, Îran û dewleta tirk hatiye avakirin. Silêman tevlênekirina nûnerên rêveberiya xweser a di komîteyê de jî rexne kir û wiha bi dawî kir: “Yek ji aliyên komîteyê rejîma Sûriyeyê ku xwedî tu çareseriyeke siyasî nîne. Hê jî di şovenîzmê de bi israr e. Li aliyê din jî nûnerên ji rêxistinên Îxwan û El Qaîdeyê ne ku Sûriye talan û wêran kirin in. Em weke şêniyên kantonên Şehba û Efrînê dibêjin ku em ê makeqanûna ku nûnertiya vîna me neke, em ê nas nekin. Her wiha em gefên dewleta tirk ên li se xaka me jî şermezar dikin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar