Mezrika Nêbarî ya gundê Peylan a navçeya Gever a Colemêrgê ku 66 mal lê hene, bi salan e bê av e.
Şêniyê mezrikê Hasan Çîçek anî ziman ku piraniya kesên li mezrikê debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dikin û wiha got: “Erdên me hene lê ji ber ku av tuneye kes çandiniyê nake. Ji bo meseleya avê bê helkirin, tenê rêyek heye ew jî ava kaniya li derveyî gund, bikişînin nava gund. Me heya niha gelek caran serlêdan kiriye lê hîn jî tiştek nehatiye kirin.”
Çîçek diyar kir ku rêya gundê wan jî ne tu rê ye û got ku kes ji bo gundê wan xizmetê nake.
Şêniyê gund Saît Coşkal jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Li gundê me av tuneye. Ji ber ku av tuneye em nikarin erdên xwe av bidin. Li gund her kes sewalvaniyê dike. Havînan heywan li mêrgan e, lê zivistanê giya tuneye em bidin wan. Em li gund in, lê em ji bo çile diçin giyayê heywanan ji gundên din dikirin. Kes xizmeta nake. Rêya gund hemû koncal in. Çend caran soz hat dayîn lê dîsa jî nehat çêkirin.”
Kemal Coşkal jî da zanîn ku ger rayedar bixwazin dikarin pirsgirêkên gundê wan hel bikin lê belê kes guh nade gundê wan. COLEMÊRG