Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şêniyên gundê Qazeliyê li gel şervanan gundê xwe diparêzin

Şêniyên gundê Qazelî yê Girê Spî zarok, jin û kesên temenmezin ji gund derbasî herêmên biewle kirin û tev li refên berxwedanê bûn. Welatî dibêjin ku piraniya çeteyên ku êrîş dikin nas dikin û ev kes berê di nava DAIŞ’ê de bûn

Gundê Qazelî 35 km’yan li başûrê rojavayê Kantona Girê Spî ye û bi sînorê gundên ku ji hêla artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin re sînorê wê heye. Şêniyên mêr ên gund hemû zarok û kesên temen mezin ji bo ku neyên qetilkirin ji gund derxistine û ew bi xwe jî tev li şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûne.

Yek ji şêniyên gund ên ku di çeperên berxwedanê de jî Ebdo Tico (50) ye. Tico zarok û hevjîna xwe derbasî herêmên bi ewle kirin û ew bi xwe jî di nava refên HSD’ê de ye. Têkildarî mijarê Tico anî ziman ku çeteyên ku niha êrişî wan dikin, di destpêka aloziya Sûriyeyê de bi navê Artêşa Azad tevdigeriyan û wiha dom kir: “Piştre jî bi navê El Nusra û piştî wê jî bi navê DAIŞ’ê tevgeriyan. Em praniya wan nas dikin. Çeteyên DAIŞ’ê bûn û niha bi artêşa tirk a dagirker re ne.”

Depoyên genim talan kirin

Tico bi berdewamî jî bi lêv kir ku ew çete maf û qanûnan nasnakin û wiha pê de çû: “Ruxmî agirbestê jî êrîşî gundan dikin û gundên derdorê jî didizin û talan dikin. Wan depoyên gundê Qazelî ji genim û ceh vala kirin û talan kirin.”

‘Malê gelê herêmê dizîn’

Ji şêniyên gund Diyar Qazelî jî bi lêv kir ku çete li depoyên El Xifiye yên girêdayî Qazelî û gundên Elwa û Şêx Seîd bi cih bûne û wiha bi dawî kir: “Bi çekên giran êrîşî gundan dikin. Her tim agirbestê binpê dikin. Em jî di çarçoveya mafê parastina rewa de tev digerin. Çete di êrîşên xwe de sivîlan hedef digirin. Çeteyên dagirker depoyên genim û ceh ên Dehlîz ê Silûkê û yên Sexrat ê Eyn Îsayê talan kirin. Her wiha malê gel dizîn û dikanên Girê Spî û gundewarên wê şêlandin.” GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar