Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Şêniyên gundên Minbicê: Dewleta tirk zeviyên me dişewitîne

Şêniyên gundên Minbicê diyar kirin ku di demên dawî de dewleta tirk a dagirker zeviyên wan ên çandiniyê hedef digire û ev tişt anîn ziman: “Zêviyê wan ji aliyê dewleta tirk ve tên şewitandin. Em hebûna dewleta tirk li ser xaka xwe qebûl nakin.”

Ji gundewarên bakurê Kurdistanê heta gundewarên rojavayê kantona Minbicê nêzî 3 hezar û 60 darên fêkiyan û 2 hezar û 670 hektar erdên baranê hene. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên welatiyan dişewitînin. Li gorî meclisa bajarokê El-Farat nêzî 250 hektar ji genim li gundê Îlan, rûbera 200 hektar darên zeytûnan, zêdetirî 35 hektar, li gundê El-Seyada, 25 darê fêkiyan û li gundê Boxazê jî 10 hektar erdên bi zeytûnan çandî şewitîne.

Derbarê mijarê de ji gundê Boxaz yê girêdayî bajarokê Erîma ya li Rojavayê kantona Minbicê welatiya bi navê Ebîr Hemo ku dikeve gundewarên Bab ya dagirkirî got: “Her sal zeviyên me yên çandiniyê ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker a rastî şewatan tên, rûberên mezin ji erdên bi zeytûnan çandî jî rastî şewatan hatin, her wiha ji ber em rastî êrîşan tên nikarin derbasî erdên xwe yên çandiniyê bibin û sûd jê bigrin.”

Ebîr Hemo diyar kir ku carekê ji caran ew û malbata xwe hatin hedefgirtin û wiha dewam kir: “Mewsima zeytûnan a par dema em çûn nav erdên xwe em ji aliyê blafirek bêmirov hatin hedefgirtin û hevjînê min birîndar bû, em ji mirinê filitîn. Me gelek ked di ber darên zeytûnan yên rastî şewatê hatin daye, em 20 salan li wan miqate bûn, niha jî bi rengekî gelekî hêsan bi destê dewleta tirk a dagirker dibe dûman. Em weke cotkar gelek rûberên erdên me yên bi ceh, genim û zeytûnan çandinî hene, di demên dawî de rûberên fireh ji erd û darên girêdayî gundê me şewitîn. Topbaran ranaweste û gelekî ditirsin rûberên erdên me ên mayî jî bişewitin, ji ber wê em bi şev pê de li ber wan in ji bo ku neşewitin.”

Ebîr Hemo teqez kir ku malên wan jî rojane rastî topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê tên ji ber wê neçar mane dest ji malên xwe berdin û berê xwe bidin derdora gund û got: “Dewleta tirk bi van siyasetan dixwaze me ji axa me dûr bixe lê em dev ji axa xwe bernadin.”

Ji aliyê xwe ve Kefaa El-Ilêwî ya ji gundê Îlan a bajaroka Erîma ya li ser xeta sînor bi herêmên dagirkirî re ev tişt anî ziman: “Em ji ber topbarana dagirkeriya tirk gelek azaran dikşînin. Niha dema çandiniyê ye. Ev topbaran dihêle erdên bişewitin. Di demên dawî de dewleta tirk a dagirker zeviyên me yên çandiniyê hedef girt. Ji beriya 12 sala ve em di rewşa şer de dijîn û mafên me tên binpêkirin. Xelk nema dikarin di nav erdên xwe de kar bikin ji ber jiyana wan dikeve metirsiyê de.”

Kefaa El-Ilêwî nerazîbûna xwe derbarê êrîş û binpêkirinan de anî ziman û got: “Em hebûna dewleta tirk li ser xaka xwe qebûl nakin. Ew dixwaze e neçarî koçberiyê bike û dagir bike û guhertina demografî pêk bîne.”

Derbarê heman mijarê de Cemîla Ebd El-Qadir ku koçbereke ji Helebê ye û li gundê Îlan dimîne, got ku ew weke jinên herêmê yên din êş û azar ji kirîza Sûriyeyê dîtiye û wiha axivî: “Me gelek êş û azar ji kirîza Sûriyeyê dît, em ji cihekî koçberî cihekî din bûn. Îro roj jî em rastî topbarana dewam a dewleta tirk a dagirker tên. Ji bilî wê jî cîhan hemû ji van binpêkirinan bêdeng e. Em koçberî gundê Îlanê yê Minbicê bûn. Dema ku Minbic di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bû, çeteyan hevserê min revandin û heta niha agahî li ser tune ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar