Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şêniyên herêmê soza berdewamkirina berxwedanê dan

Li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk şêniyên herêmê piştgiriya xwe ya ji bo şervanên HSD’ê anîn ziman û soza berdewamkirina berxwedanê dan

Êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê berdewam in û sivîlan dikin armanc. Beramberî hemû êrîşên hovane yên dewleta tirk hêzên HSD’ê li gorî rêgezên parastina rewa parastina gelê herêmê dikin û bersivê didin hemû êrîşan. Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker bertek jî zêde dibin.

Li dijî êrîşên dewleta tirk bi sedan şênî û ciwanên navçeya Tirbespiyê daketin qadan û bang li Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê kir ku li dijî dagirkeriya tirk serî hildin.

Meş ji ber navenda ciwanan dest pê kir û heta taxa Xerbî berdewam kir. Dema xwepêşandan gihaşt têketina taxa Xerbî, rêz girtin û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Alî Mihemed Alî axivî.

Mihemed Alî li dijî êrîşên dewleta tirk banga bilindkirina asta berxwedan û têkoşîna kir û anî ziman ku divê ew hemû li dijî dargirkeriyê yekdest bin û hebûna li ser xaka wan napejirînin.

Her wiha Mihemed Alî bang li civaka navdewletî kir ku beramberî parastina sivîlan bi erka xwe rabin, êdî li dijî dijminahî û dagirkeriya Tirkiyeyê bêdeng nemînin.

‘Nikarin berxwedana me bişikînin’

Çalakiya konê piştigiriya Berxwedana Rûmetê ya li taxa Şêxmeqsûdê hatiye vedan di roja xwe ya 7’emîn de didome. Endamên partiyên siyasî ji PYD’ê, Partiya Guhartin û Runêsas, Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê, MSD’ê û endamên komîngeha Şehîd Gelhat, beşdarî çalakiya konê bûn.

Di çalakiyê de bi navê PYD’ê, Partiya Guhartin û Runêsas, Partiya Sûriye ya Pêşerojê, MSD’ê û endamê komîngeha Şehîd Gelhat axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de erîşên dewleta tirk a li hemberî bakur û rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin. Di axaftina xwe de axaftvanan bal kişandin ku dê dawiya dewleta tirk li Sûriyeyê be û diyar kirin ku divê hemû gelen herêmê bi yekdestî li hemberî êrîşên dagirkeriyê bisekinin.

Her wiha di axaftinan de bang li dewletên cîhanê hat kirin ku li dijî êrîşên dewleta tirk ku sivîl tên hedefgirtin, rawestin.

Dewleta tirk çeken qedexekirî bi kar tîne

Têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmê mamoste û xwendekarên Reqqayê jî axivîn. Mamoste û xwendekaran êrîşan şermezar kirin û piştgiriyên xwe ji bo şervanên HSD’ê anîn ziman.

Jinên navçeya Til Birakê jî li Hola Şehîd Zewba kom bûn û li dijî êrîşan daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliye rêvebera Kongreya Starê Henan Silêman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Silêman êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmê lanet kir û ev tişt ragihand: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêza xwe ya leşkerî HSD’ê ku ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê yên li herêmên Rêveberiya Xweser hatiye avakirin, şerê terorê li bakur kir û piştre şerê rizgarkirinê li dijî rêxistina terorê ya DAIŞ’ê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk anî.

Me ne êrîş an jî gef li dewletên cîran û heta dewleta tirk jî kiriye an xwariye. Lê hê jî dewleta tirk me bi terorê tawanbar dike. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, rola wê ya aktîf di belavkirina terorê ya li Sûriyeyê de hebû. Îro jî êrîş xaka Sûriyeyê ya ku HSD’ê bi xwîna ciwanên xwe rizgar kiriye, dike. Dewleta tirk di van êrîşan de hovanetirîn sûc û çekên qedexekirî bi kar anîn û sivîl kuştin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar