Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê 20’ê çileyê êrîşî Girtîgeha Sînaa ya li Hesekê kirin, li taxên Xiwêran û Zihûrê bi hezaran kes neçar mabûn ku malên xwe biterikînin.
Rêveberiya Xweser bersiv da pêwîstiyên şêniyên taxan û piştî ku hêzên ewlekariyê herêm ji DAIŞ’ê paqij kirin, şêniyên taxan jî dest bi vegerê kirin.
Li her du taxan bendên kontrolê ji bo ewlekariyê hatin danîn.
Şêniyên herdu taxan ên ji van bendan derbas dibin, hewl didin li jiyana xwe ya asayî vegerin.
Li taxan tedbîrên xurt ên ewlekariyê hatin wergirtin. HESEKÊ