Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Şêniyên Kobanê û Hesekê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

Li Kobanê û Hesekê bi hezaran kesan êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin û berxwedana gerîla û şengaliyan silav kirin

Êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê li Kobanê û Hesekê bi meşeke hat şermezarkirin.

Şêniyên Kobanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî li qada şehîd Egîd a Kobanê kom bûn û ber bi Qada Jina Azad ve meşiyan. Beşdaran berxwedana gerîla û şêniyên Şengalê ya li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker silav kir.

Li qada Jina Azad meş veguherî mitîngê. Di mitîngê de seroka Desteya Jinan a Herêma Firatê Firyaz Berkel axivî û wiha got: “Ji ber bêdengiya dewleta Iraq û Mesûd Barzanî, gelên Şengalê bi komkujiyan re rû bi rû dimînin û zarok û sivîl dibin hedef.”

Firyaz destnîşan kir ku divê kurd bi hev re kar bikin û ev tişt anî ziman: “Sala 2014’an DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, îro jî di heman dîrokê de dewleta tirk êrîş kir.”

Her wiha Firyaz bang li civata navneteweyî û hikûmeta Iraqê kir ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî li hemberî êrîşên li dijî Şengalê bînin cih.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Ehmed Şêxo jî destnîşan kir ku bêdengiya li hemberî hedefgirtina Şengalê, tiştek neexlaqî û dermirovî ye û wiha got: “Êrîşa li ser Şengalê, êrîşa li ser Amed, Hewlêr û Mahabadê ye. Ji lew re divê em bêdeng nemînin, da ku dîrok careke din xwe dubare neke.

Mîna ku me di destpêka şoreşê de gotiye, tenê em dikarin xwe biparêzin.”

Mîtînga li Hesekêyê

Li Hesekê jî bi heman armancê, şênî li Çerxerêya Xiwêran a Hesekê kom bûn.

Beşdarên meş di nava kolana sereke ya bajêr de heta baregeha Koalîsyona Navneteweyî ve meşiyan. Li pêşiya baregehê gelek axaftin hatin kirin. Li ser navê rêveberiya Kantona Hesekê endama rêveber Zêneb Efrîn axivî û diyar kir ku armanca dagirkeriyê tunekirina gel e û gel li dijî vê yeke serî hilda û wiha got: “Îro hemû pêkhateyên herêmê dê li hemberî îxanetê jî bisekinin. Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi xiyanetê û pêkanîna komkujiyan li dijî gelê me yê li başûrê Kurdistanê dagirtî ye. Em ê hemû komployan têk bibin. Em ê têkoşînê mezin bikin û bi ser bikevin. Vîna gelê kurd nayê şikandin.”

Li ser navê PYD’ê Remadan Fetah jî êrîşên berberî yên li ser Şengal û navçeya Zirganê şermezar kirin û destnîşan kir ku dewleta tirk xwedî dîrokeke dem dirêj a qirkirina gelan e û heta niha qirkirina civaka êzidî didomîne.

Beşdaran di dawiyê de berxwedana gerîla û şêniyên Şengalê silav kir. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar