Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şeniyên Mexmûrê Cejna Remezanê pîroz kir

Şeniyên Wargeha Penaberan a Mexmûr piştî nimêja cejna, çûn serdana goristanê û li Saziya Malbatên Şehîdan cejna hev pîroz kirin.

Şeniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piştî nimêja cejna Remezanê çûn serdana goristanê. Piştre jî çûn Saziya Malbatên Şehîdan û cejna hev pîroz kirin.

Mele Elî Spêrtî di vê kombûnê de axivî, cejn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên tevgera azadiyê, şervanên serê çiya û tevahiya misilmanan pîroz kir.

Mele Elî Spêrtî got, “Cejn, tê wateya aştî û hevgirtinê. Divê di rojek wiha pîroz de em bibin yek û di nava aramiyê de bijîn. Niha şervanên ku li serê çiya li dijî êrişên dagirkeriyê şer dikin, ji bo me mirovên herî pîroz in. Em cejna wan ji dil û can pîroz dikin û piştgiriya xwe ya bê dawî diyarî wan dikin. Serketin wê teqez a zarokên me be, ji ber ku ew şerê heqiqet û rûmetê dikin. Ew ê nehelin ku neteweyek bê windakirin. Kesên ku li dijî êrişên dagirkeriyê bêdeng dimînin, bi ti awayî ne mirov in. Em ê bêdengiyê ti carî qebûl nekin. Erdogan ola Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, ew munafiq e. Bi çekên kîmyewî êrişî zarokên me dike û piştre diçe Hecê. Bê exlaqiyek wiha di dîrokê de nehatiye dîtin. Bi kijan rûyî dikare here cihek wiha pîroz. Erdogan û kesên weke wî navê Îslamê qirêj dikin. Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê bibe wesîleya yekîtî û azadiyê. Dubare cejna hemû gelê xwe pîroz dikin.

Piştî axaftina Mele Elî Spêrtî, şeniyên wargehê, li nav wargehê geriyan û cejna Remezanê pîroz kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar