Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Şêniyên Mexmûrê li ber cezayê dîsîplînê yê li ser Ocalan rabûn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî cezayê dîsîplînê yê ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû birîn bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin

Li Wargeha Peneberan a Mexmûrê cezayê dîsîplînê yê ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 12’ê cotmehê de ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê û 18’ê tebaxê ji bo 3 mehan cezayê ‘bê parhiştina serdana malbatê’ birî bû, li saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.

Beriya daxuyanjiyê deqeyêk rêz ji bo bîranîna tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Çîçek Cengîz ve hat dayîn.

Çîçek Cengîz di destpêka daxuyaniyê de bal kişand li ser cezayên dîsîplînê yê ku li ser Ocalan tê meşandin û wiha got: “Ji sala 2015’an û şûnde bi her awayî hevdîtinên Serokatî yên bi malbat û parezeran re hatiye astengkirin. Di tu qanûnên navdewletî, hiqûq û reziknameyên mirovî de ev tişt nayê pejirandin. Beriya niha du-sê rojan dema ku parezerên Rêber Apo dixwazin biçin hevdîtinê bi Serokatî re pêk bînin, her wiha ji bo derbarê tenduristiya wî de bibin xwedî agahî hîn dibin ku 6 meh cezayê hevdîtinê yê li gel parêzeran û 3 meh ji yê li gel malbatê hatiye birîn. Li ser vî bingehî tu agahî ji bo parêzeran nayên dayîn û her wiha ev bi salan e ku tu agahî derbarê Rêbertî de nayê zanîn. Em vê yekê şermezar dikin. Rêberê me di nav çar dîwaran de dîlgirtî ye, dîlgirtiyekî fikrê wî azad e. Ji bo ku fikrê wî bi gelê kurd û kesên azadixwaz re neyê parvekirin, paşerojeke ronî ji bo mirovahiyê neyê pêşwazîkirin, astengî tên derxistin. Ev yek li dijî qanûnên navneteweyî ye. Çi bibe bila bibe wê di encamê de gelê kurd ê berxwedêr ê ku bi salan e li pey felsefaya Rêber Apo gav diaveje ye. Her ku diçe pergala ku dixwaze civaka bi helandinê re derbas bike bixwe dihele.”

Herî dawî di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Wek gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî em bang li qada navneteweyî, dewletên Ewropa, CPT û Sekreteriya Netewên Yekbûyî dikin bila hember vê tecrîda heyî bêdeng nemînin. Bi taybet jî em bang li gelê kurd ê berxwedêr ê ku heta roja îro ji bo Rêbertî her tiştê xwe seferber kiriye dikin ku dem hatiye ji bo azadiya fizikî Rêbêr Apo çi ji destê me were em pêk bînin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘ Bijî Berxwedaniya Îmraliyê’ bi dawî bû. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar