Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şêniyên Qamişloyê dewleta tirk û PDK’ê şermezar kirin

Bi hezeran şêniyên bajar û bajarokên kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûr daketin qadan û bang li PDK’ê kir ku dev ji hevkariya bi dewleta tirk re berde.

Êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û êrîşên PDK’ê yên 26’ê tîrmehê li ser komeke gerîla, li Qamişloyê bi meşekê hat şermezarkirin.

Di meşê de Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên HPC û HPC-JIN jî hazir bûn.

Di meşê de bi dirûşmeyan hat gotin ku ‘Em hemû kurdi n’, ‘Em hemû PKK’yî ne’, ‘Em hemû gerîla ne’

Meş ji çerxerêya El-Şerq a rojhilatî bajarê Qamişloyê dest pê kir û ber bi çerxerêya Sonî ve çû.

Meş li çerxerêya Sonî veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Mehsûm Hesen got ku dewleta tirk xwe li ser qirkirina gelên Rojhilata Navîn ava dike û destnîşan kir ku divê hikûmeta Başûr û PDK ji tevger û xiyaneta ji gelê xwe re, şerm bikin.

Mehsûm Hesen di axaftina xwe de diyar kir ku divê PDK’ê dev ji kiryarên xwe yên xeternak berde, ji ber ku  bandorên xwe yên xeter li ser pêşeroja gelên herêmê hene.

Dêrik

Bi heman armancê meş li Dêrikê jî hat lidarxistin. Meş ji qada Azadî dest pê kir û ber bi dêra Marşimonî ve çû û li wir veguherî mîtîngê.

Di mitîngê de endamê PYD’ê Hisên Remedan êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûr û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re şermezar kir û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de tê xwestin ku kongreyê neteweyî yê kurdistanî li hember komployên ku li dijî gelê kurd têne kirin, were lidarxistin.”

Tirbespiyê

Şêniyên navçeya Tirbespiyê jî bi meşekê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re şermezar kir. Di meşê de êrîşên PDK’ê ya li dijî gerîla hate şermezarkirin û hat piştrastkirin ku sûcên bi vî awayî xizmeta dewleta tirk dike.

Di meşe de ji rêveberên Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Nalîn Temo axivî û wiha got : “Hikûmeta Erdogan bi hemû rêbazan hewl dide ku şoreşa Rojava û yekitiya kurdî têk bibe. Em bang li PDK’ê dikin dev ji helwestên xwe yên ku xizmeta dewleta tirk dike, berde.”

Paşê ji rêveberên meclisa navçeya Tirbespiyê Nesîm Mûrad jî ev tişt anî ziman: “Sedema sereke ji têkbirina şoreşên kurdî ku di nava dîrokê de hatin kirin, xiyanet bû. Divê gelê kurd li hember siyasetên xiyanetê ku li dijî wan têne kirin, bisekinin.”

Çilaxa

Bi dirûşmeya ‘Ji şer re na, dem dema yekitiya neteweyî ye’ gelê navçeya Çilaxa meşek li dar xist û êrîşên PDK’ê û dewleta tirk ên li ser herêmê û gerîla şermezar kir.

Meş ji çerxerêya şehîd Mehsûm dest pê kir û li çerxereya Şehîd Mehsûm veguherî mîtîngê.

Yek ji rêveberên Hêzên Parastina Civakê li navçeya Çilaxa, Mihemed Ebas diyar kir ku êrîşên PDK’ê yên li dijî şervanên azadiyê ne tesadüf in û wiha got: “43 sal in êrîşên li dijî gelê kurd ranawestin, tevî wê jî serî netewandin û her tim li ber xwe dan. Ger bê xwestin, em ê zarokên xwe bişînin çiyayan da ku bibin alîkar û piştgiriyê bidin şervanên azadiyê li dijî dewleta tirk.”

Til Birak

Meclisa navçeya Til Birakê jî bi heman armancê meşek organîze kirin. Meş çerxerêya şehîdan destpê kir û li çerxerêya Til Birak veguhirî mitingê. Hevseroka Meclisa Navçeya Til Birak Emîne Xelêf êrîşa hêzên PDK’ê li dijî gerîlayên li herêma Xilêfan şermezar kir.

Emîne piştrast kir ku êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewamiya sûcên dagirkeriyê yên qutkirina ava li ser milyonan sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xerabkirina gorên şehîdan e.

Til Koçer

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçer jî vê sibehê ji pêşiya parka Rêber Ocalan dest bi xwepêşandanê kirin. Şênî di kolana sereke ya navçeyê re geriyan û dirûşmên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya tirk ên li ser Başûr kirin. Xwepêşandan li navarasta navçeyê veguherî mîtîngê. Li wir bi navê Meclisa Navçeya Til Koçerê endamê meclisê Salih Mihmêdî wiha axivî: “Em kiryarên dermirovî yên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li Başûr pêk tîne, şermezar dikin.”

Mihmêdî diyar kir ku armanc ji hevkariya PDK û AKP’ê ew e ku şer di navbera gelan de berdewam bike û wiha got: “Em li kêleka gerîla ne, ji ber ku ew ji ber tevahî gelê kurd ve şer dikin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar