Ji bo girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê ya bidorveger û bêdem de ne, li herêma Şehbayê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin.
Girseya gel li navçeya Ehrezê ya Şehbayê li hev kom bû û bi dirûşma ‘Bi berxwedana zindanan em ê faşîzmê û xiyanetê têk bibin’ meşiya.
Piştî ku çalakger gihîştin qada navçeyê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz girtin.
Piştî rêzgirtinê ji Saziya Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê Menal Şêxo û endama Meclisa Jina Azad a Şehbayê Rihmê Elo daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de tecrîda li ser Ocalan hat şermezarkirin û hat gotin ku ew bi berxwedana li zindanan re ne. ŞEHBA