Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şêniyên Şengalê: Em ê nehêlin êdî malên tirkan bikevin sûka me

Welatiyên Şengalê da zanîn ku dewleta tirk êrîşî wan dike û zarokên wan qetil dike. Şengaliyan got ku dê malên tirkan êdî nekirin û destûrê nedin ku malên tirkan êdî bikevin sûka wan

Li Şengalê di 13’ê mijdarê de kampanyaya boykotkirina malên tirkî hatibû destpêkirin. Boykot li navenda Şengalê û her wiha li gund û bajarokan her ku diçe berfirehtir dibe. Welatî û dikandarên Şengalê dibêjin ku ew êdî malên tirkan nakirin.

Ji welatiyan Silêman Hecî ku li navenda Şengalê dijî diyar kir ku dewleta tirk êrîşî wan dike û zarokên wan qetil dike. Hecî destnîşan kir ku ji ber vê yekê jî êdî ew malên tirkan nakirin û wiha domand: “Piştî êrîşên dewleta tirk ên qirker ên li ser rojavayê Kurdistanê û Şengalê em êdî malên tirkan nakirin. Dewleta tirk li her derê êrîşî kurdan dike. Zarokên me qetil dike.”

‘Dewleta tirk gelek ferman bi serê me anîn’

Dikandarê bi navê Îsa Feqîr jî bi lêv kir ku dê êdî malên tirkan nexin sûkê û wiha pê de çû: “Di dîrokê de dewleta tirk gelek ferman bi serê me de anîn. Niha jî dîsa li Rojava û Şengalê êrîşî kurdan dike. Weke dikandarên Şengalê em ê li gorî derfetên xwe malên tirk nexin sûkê. Me biryar daye ku êdî malên tirk li ser axa xwe qedexe bikin. Em ê destûrê nedin ku aboriya tirkan pêş bikevin. Ji ber vê me dest bi boykotkirina hemû malên tirk kir.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar