Ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê, gelek welatiyên ji bajarokê Silûk ê Girê Spî meşek li dar xist
Bi armanca şermezarkirina kiryarên derexlaqî yên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî gelê herêmê, bi sedan welatiyên bajaroka Silûkê ya girêdayî Kantona Girê Spî meşek li dar xist.
Hêjayî gotinê ye ku li herêmên ku artêşa tirk û çeteyên wê dagir kirin, rojane kiryarên derexlaqî li dijî sivîlan tên kirin. Di heman demê de her tiştên hewcehiyên jiyanî kêm bûna û bihayê wan gelek zêde bûye.
Welatiyên ji herêmê dibêjin ku li herêmên dagirkerî tu ewlehiya welatiyên herêmê nîne. GIRÊ SPÎ