Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Çarşamba - 2 Ekim 2024

Şêniyên Stenbolê ji bo pîrozbahiyê diherikin qada Newrozê

Şêniyên Stenbolê ji bo pîrozbahiya Newroza li Meydana Yenîkapiyê di saetên serê sibê de herikîn qadê. Herikîna ber bi qadê ve didome

Îsal Newroz bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” tê pîrozkirin. Yek ji navnîşanên van pîrozbahiyên bi heybet jî bajarê Stenbolê ye. Newroza Stenbolê li Meydana Yenîkapiyê tê pîrozkirin. Newroz bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) tê pîrozkirin. Bi rojan bû li Stenbolê amadekarî dihatin kirin û ev amadekarî temam bûn û îro bi sed hezaran kes diherike qada Newrozê.

Şêniyên Stenbolê bi rojan bû bi kelecan li benda pîrozbahiya Newrozê bûn. Ji saetên serê sibê ve xelk diherike qada Newrozê. Polîsan bi bariyeran derdora qadê dorpêç kiriye. Tenê di ketinekê de xelk derbasî qadê dibe. Xwegihandina qadê jî ji ber bariyerên polîsan bi zehmetî ye. Welatiyek bi astengiya bariyerên polîsan re rûbirû ma wiha bertek nîşanî vê rewşê da: “Ev derî tenê ji gel re girtî ye. Ji alîgir û qatilan re vekirî ye. Em ê îro vê qadê tije bikin.”

Welatiyan li ber xalên bariyerên polîsan li benda derbasî qadê bibin sekinîbûn, li ber erbaneyan govend gerandin. Her kêliyê ku diçe girseya gel zêde dibe û li bendê ne derî vebibe û li qadê cihê xwe bigirin.

Pankarta bi 9 zimanan hat daliqandin

Li qada pîrozbahiyê polîsan bi saetan lêgerîna bombeyan kir. Li qadê pankartên mezin ên bi dirûşma Newrozê “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin”, “Newroz raperîna azadiyê ya jinan e” hatin daliqandin. Her wiha bi 9 zimanên din jî pankarta “Newroz pîroz be” hat daliqandin.

Piştî derî vebibe wê girse derbasî qadê bibe û pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê bike. Pişt re wê Komîteya Amadekar gel silav bike û axaftina destpê bike.

Bername

Piştî axaftina Serokê Komîteya Amadekar Murat Kalmaz, wê metna daxuyaniya Platforma Hêzên Ked, Aştî û Demorkasiyê yên Stenbolê were xwendin. Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, Serokê EMEP’ê Ercument Akdenîz, Serokê TÎP’ê Erkan Baş biaxivin. Her wiha wê Hevserokên HDP’a Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût, Dayikên Aştiyê wê derkevin ser dikê û xelkê silav bikin. Ji Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) Seher Dûrsûn jî wê axaftinekê bike. Di navberê de jî wê hunermend Ronî Artîn, Erdal Bayrakoglû, Veysî Ermîş derkevin ser dikê û stranên xwe bêjin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar