Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şêniyên Tebqayê azadiya Rêber Ocalan xwestin

Şêniyên Tebqayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk şermezar kirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin

Çalakiya şermezarkirinê di çarçoveya kampanyaya ‘Dema Azadiyê ye’ de hat lidarxistin. Meşa girseyî bi pêşengiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê û bi tevlêbûna sedan şênî û saziyên sivîl ên bajêr ji pêşiya navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya dest pê kir û heta navenda çandê dewam kir.

Beşdarên meşê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bi dirûşmeyan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kirin û her wiha êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a faşîst şermezar kirin.

Li pêşiya navenda çandê, endama rêveberiya Kombûna Jinan a Zenûbiya li Tebqayê Semîre El-Heneş axivî.

Semîre El-Heneş diyar kir ku berxwedan berdewam e û heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê û dagirkerî li seranserê herêmên Sûriyeyê bi dawî nebe, dê gel ranewest e.

Semîre bang li civata navneteweyî û bi taybetî rêxistinên mafên mirovan kir ku sînorekî ji dewleta tirk re deynin û dê neçarî pêkanîna qaûnên navneteweyî bikin.

Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Huda El-Elwan li ser navê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk nikare roja azadiyê ku bi fikrê Rêber Ocalan derketiye, tarî bike. Dewleta tirk tenê di aliyê fîzîkî de Rêbertî girtiye, lê belê çiqas hewl bide jî dê nikaribe fikrê wî tune bike.”

Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Foza El-Mihemed jî wiha got: “Me di oxira biratiya gelan û projeya neteweya demokratîk a Rêber Ocalan pêşkêş kiriye de, bi hezaran şehîd dan. Îro em vê fikir û felsefeyê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin. Em dev ji xeta şehîdan bernadin.” TEBQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar