Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Şêniyên Til Temirê: Dewleta tirk li ser terorê ava bûye

Şêniyên Til Temirê diyar kirin ku ew ê li hemberî planên dewleta tirk a dagirker li ber xwe bidin û qiha axivî: “Dewleta tirk li ser terorê ava bûye. Ji destpêka aloziyê ve gelek rêxistinên terorîst ava kirin û piştgiriya wê kir.”

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwereveberiya xweser û xweparastina cewherî ji cîhanê re bûye mînak. Pergala Neteweya Demokratîk bi qasî ji gelên bindest re bûye hêviya jiyaneke azad, tirseke mezin xistiye dilê dagirkeran. Dewleta tirk a dagirker bi vê tirsê bênavber êrişî herêmê dike. Lê şêniyên herêmê diyar dikin ku ev êrîş, vîna wan a berdewamkirina berxwedanê naşikîne. Şêniyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê ku li eniyên şer e, li hember êrişên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên rojane li ber xwe didin û der barê armanca êrîşan û helwesta xwe li hember wan êrîşan de axivîn.

Şêniyê bi navê Îmam Elo ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk ji van êrişan dixwaze projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser têk bibe, ji ber ku ew bi xwe ji hevgirtina pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, suryan û asûr ditirse.”

Elo wiha domand: “Dewleta tirk tu rêbaz nehişt ji bo ku Rêveberiya Xweser têk bibe, çi bi rêya çeteyên `Artêşa Niştimanî` yan jî bi rêya qutkirina ava stasyona Elok a li Serêkaniyê yê dagirkirî.”

Her wiha Elo diyar kir ku dewleta tirk a dagirker nikare projeya Rêveberiya Xweser tune bike, ji ber ku gelê herêmê xwedî li axa xwe û vê projeyê derketiye.

Şêniya bi navê Hemdiye Mihemed Gotî jî got: “Dewleta tirk li ser terorê ava bûye. Ji destpêka aloziyê ve, gelek rêxistinên terorîst ava kirin û piştgiriya wê kir. Dema Rêveberiya Xweser hate damezirandin jî, piştgirî da DAIŞ`ê û Artêşa Azad, kir. Tenê ji bo ku projeya Rêveberiya Xweser a li herêmê têk bibe.”

Hemdiye destnîşan kir ku bi ragihandina Rêveberiya Xweser re ku dê hilbijartinên şaredariyan li dar bixe, dewleta tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin û gef xwar ku dê careke din herêmê dagir bike.

Hemdiye wiha pê de çû: “Em hemû amade ne li hember wan êrişan bisekinin. Em ê herêmê xwe ji Erdogan û hevalbendên wî û her kesê dixwazin destkeftiyên gelê me têk bibin, biparêzin.”

Şêniyê bi navê Hesen Ezîz Şendî jî got: “Dewleta tirk bi êrişan, hewl dide hegemoya xwe li herêmê ferz bike. Lê belê pêkhateyên herêmê li hember tevahî planên wê sekinîn û dê careke din bi hevgirtina xwe li hember wê bisekinin.”

Şendî wiha anî ziman: “Ji 2011`an ve, dewleta tirk xwest bikeve herêmê û wê dagir bike. Lê belê bi ser neket. Ji ber ku şêniyên Til Temirê li ber xwe dan û ev bajar bi pirrengiya xwe, jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên bajêr de û hevgirtina wan li hember êrîşan, navdar e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar