Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî Komploya Navneteweyî meşiyan

Şeniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşek girseyî salvegera 24’emîn Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Şênî û xwendekarên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û ji vir heta li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan.

Di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YJA Star, wêneyên kesên ku di êrişên cûda de hatibûn qetilkirin hatin hildan. Her wiha pankarên bi nivîsa “Bi Têkoşîna Bazên Zagrosan Em ê Pergala Îmralî paçebikin, Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin”, “Bi ruhê Sara û Rûkenan emê Komploya Navdewletî hilweşînin, bi Rêber Apo re azad bijîn” û “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî Komployê hilweşîne Modernîteya Demokratîk ava bike” hatin rakirin. Di meşê de bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Kesek Nikare Roja Me Tarî bike” û “Bijî Berxwedana Îmralî” hatin berzkirin.

Piştî ku girse gihîşte li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) deqeyek rêz ji bo bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hate girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel Yusif Kara axivî.

Yusif Kara komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: “Ez beriya her tiştî di kesayeta Rûkenan, Sarayan, Bahozan, Mardîn, Ebuzêdan de tevahî şehîdên meha Cotmehê de ku bi serxistina azadiya gelên bindest, ji bo pêşxistina xeta Rêber Apo canê xwe feda kirîn, bi rêzdarî û bi minet bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em 24’emîn salvegera komploya qirêj, komploya hêzên zirhêz ên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine bi hêrs û kîneke mezin şermezar dikin.”

Kara got: “Tişta ku dikeve li ser me wek gelê penaber, wek gelê Kurdistanî pêwîste soza û armanca ku we danî pêşiya xwe û hûn bi wê gihiştî merteba şehadetê, em jî wê sozê didin ku em ê wê ala we bilind bikin. Em vê qirêjiya ku li beranberî Rêbertiya me, şoreş, tevger û paradigmaya me hate destpêkirin li bin bêxin û em ê serketinê tacîdar bikin.”

Meş bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar