Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Şêniyên Wargeha Mexmûrê şehîdên xwe oxir kirin

Duh bi şev dewleta tirk a dagirker wargeha penaberan a Mexmûrê bi dijwarî bombebaran kir. Di encama êrîşê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn. Şêniyên wargehê şehîdên xwe oxir kirin

Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker duh bi şev saet di 10’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kir. Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê, di encama êrîşa dewleta tirk a dagirker de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê şehîd bûne û bi dehan şêniyên wargehê jî birîndar bûn.

Şêniyên wargehê ji duh bi şev ve li ser pêyan in, îro xelkê Mexmûrê ji bo şehîdên xwe rabûn ser xwe û meşek girseyî lidar xistin. Meş di saet 11:00’an de li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî destpê kir. Bi hezaran kes tev li meşê bûn û bi tundî êrîşa dewleta tirk a dagirker şermezar kirin.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin qêrîn. Girseya gel heya ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li nav wargehê meşiyan. Li wir Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak Axivî.

Budak destpêkê êrîşê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Duh bi şev êrîşek hovane li ser wargeha me çêbû, lê Mexmûr weke her carê dîsa sekna xwe raber kir. Heya siharê kes neraza û bi vê sekna xwe dijminê hov têkbir. Dijmin li hemberî sekna gelê Mexmûrê têk çûye, her kes û cîhan jî vê dît û dibîne. Lewre Tirkiye bi hemû hêza xwe êrîş dike.

Dewleta faşîst a dagirker xwest di sedsala 21’an de bi kurdan bide windakirin lê hesabê wan negirt û bi binketin. Hesabê dewleta tirk ji aliyê gelê Mexmûrê ve hat têkbirin. Mexmûr hafizeyek zindî ye, ji bo dewleta tirk bikare vê seknê vala derbixe, bi her awayî êrîş dike. Dixwaze keda 27 salan vala derbixe lê îro helwesta gelê Mexmûrê nîşandayî, bû sedema valaderxistina tirkan.”

Piştî Filîz Budak berpirsê Hizba Komûnîst ya navçeya Mexmûr ya ser bi Musilê Hevrê Rêbwar jî axivî. Rêbwar jî êrîşa li ser Mexmûrê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Em ji gelê Mexmûrê re sersaxiyê dixwazin, berxwedana kurdan we dike ku êrîş çêbibin, ev êrîş yek ji siyaseta wane.”

Piştî axaftinan girseya gel berê xwe da be derê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê.

Li vir ji bo her 2 şehîdan merasîmek hat lidarxistin. Şêniyên wargehê bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re qêriyan. Li vir Hevserokê Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Yusif Kara axivî. Kara destpêkê soza dewamkirina têkoşîna şehîdan da û ev tişt anî ziman: “Em ê ji bo zilm û faşîzm dawî were, heya dawî têbikoşin û li ber xwe bidin. Em ê vê berxwedanê tacîdar bikin.”

Piştî wê cenazeyên her 2 şehîdan ji aliyê jinên wargehê ve hat hildan û ber bi goristanê ve birin. Her 2 şehîdên Hêzên Parastina Cewherî dibin dirûşmeyan de spartin axê. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar