Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şenyaşar: Destên xwe yên bixwîn, ji ser edaletê rakin

Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya ‘Edaletê’ îro jî dewam kir. Malbatê bal kişand ser rewşa xwe û wiha got: “Zilma li me hat kirin, dibe gelgefîlm. Di demek nêz dê, bibe romanek trajîk. Mijar: Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê Komkujî. Sponsor: Pergala darazê ye.”

Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta ‘Edalet’ê ya li ber edliyeya Rihayê di roja 51’yemîn de didomîne.

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar îro danê sibehê çûn ber edliyaya Rihayê û çalakiya xwe ya ji bo daxwaza pêkhatina ‘Edaletê’ li dar xist.

Malbatê bi kaxizên li ser “Em edaletê dixwazin” û “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî pêk hat” nivîsandî, rastiya komkujiyê vegotin.

Li ser hesabên malbata Şenyaşar ên medya civakî wiha hat gotin: “Zilma li me hat kirin, dibe gelgefîlm. Di demek nêz de, wê bibe romaneke trajîk. Mijar: Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî; karakterê sereke: Parlamenter Î.H. Yildiz; karakterê alîkar: Malbata Yildiz û Sponsor: Pergala darazê ye. Êdî wan destên xwe yên bixwîn, ji ser edaletê rakin.”

Serdanên ji bo malbata Şenyaşar

Serdanên xwedî derketin û piştevaniya çalakiya nobetê edaletê ya malbata Şenyaşar dewam dikin. Ji Mêrdînê Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê û ji Mêrsînê jî Meclisa Dayikên Aştiyê, Baroya Mêrsînê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê malbata Şenyaşar ziyaret kirin.

Heverokên HDP’ê yên Nisêbînê Hêvîdar Dînç û Şiyar Koçe bi rêveberên xwe re, Hevşaredarê Nisêbînê yê qeyûm tayînî cihê wî hat kirin Ferhat Kut û endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Koç cihê xwe di serdanê de girtin. Serdanvanan gul dan dayik Şenyaşar. Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût, di serdanê de axivî û wiha got: “Hiqûq tune ye. Dilê me her tim bi we re ye. Pir zor e ku mirov ji desthilatdariya AKP û MHP’ê hêviya edaletê bike. Lê elbet wê rojekê edalet bê bicihanîn. Dilê 40 milyon kurd bi we re ye. Em hemû şopdarê doza we ne. Em ji bo we sebrê dixwazin. Em her tim bi were ne.”

Emîne Şenyaşar jî banga piştevaniyê kir. Dayika Aştiyê Emîne Koç li ser vê banga Şenyaşar, da zanîn ku ew her tim piştevaniya xwe dewam bikin.

Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Hêvîdar Dînç jî destnîşan kir ku daxwazên we di cih de ne û wiha got: “Sekna we ya li vê derê ji bo her kesî mînak e. Zilmek mezin heye. Em li gel we ne. Divê hemû hiqûqnas ji bo we têbikoşin.”

‘Bêhiqûqiyeke mezin heye’

Şandeya ji Mêrsînê jî hatibû, derbarê dosyaye malbatê de agahî girt. Hevserokê OHD’ê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz, di serdanê de diyar kir ku ew ê şopdarê dozê bin û wiha got: “Divê hemû raya giştî têkildarî vê têkoşîna mafdar bi hestiyar tevbigere.”

Serokê Navenda Mafê Mirovan a Baroya Mêrsînê Hasan Keleşoglû jî da zanîn ku bi armanca piştevaniyê ew îro li vê derê ne û ev tişt anî ziman: “Divê lêpirsînek bi bandor bê birêvebirin. Lê bêhiqûqiyek mezin heye. Em bi hemû girseyên demokratîk re li gel we ne. Em bi vê yekê serbilind in.”

Ferît Şenyaşar jî, xêrhatina serdanvanan kir û wiha got: “Rêgeza dewleta hiqûqî tê binpêkirin. 3 mirovan qetil kirin. Hemû bersûc hatin diyarkirin. Lê dozgerekê bi cesaret ê ku dosyayê vebike tuneye.”

Çi bûbû?

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an, alîgir û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îhbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû û Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal kuştibûn. 2’yê nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Meletiyê li Fadil Şenyaşarê girtî 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza birî. Malbata Şenyaşar bi daxwaza pêkhatina ‘Edalet’ê 51 roj in li ber edliyeya Rihayê û di dema qedexeyên derketina derve de li malê nobeta ‘Edalet’ê didomîne. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar