Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Şenyaşar: Di 18’ê tirmehê de piştgirî bidin me

Emînê Şenyaşar ku di çalakiya nobeda edaletê de axivî bi lêv kir ku heke edalet pêk neyê, dê çalakiya xwe li Enqereyê bidomîne.

Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê ku xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê yê berê Îbrahîm Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê 3 ferdên wê qetil kiribûn, di roja 840’î de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê bi rê ketin û hatin ber Edliyeya Rihayê û li cihê ku wekî “Quncika Edaletê ya malbata Şenyaşarê” tê binavkirin, dest bi nobedê kirin. Malbatê pankarta ku li ser “5 sal in em tenê edaletê dixwazin” nivîsandî jî li wir daliqandin.

Di çalakiyê de dayik Emîne Şenyaşar axivî. Şenyaşarê bi lêv kir ku zêdetirî 2 sal in tevî berf, baran, sîr û seqam û germahiya havînê ew li ber edliyeyê di çalakiya nobeda edaletê de ne û ev tişt anîn ziman: “Em li hêviya edaletê ne. Bila kurê min were malê, bila edalet pêk were. Di 18’ê tirmehê de doza me li Meletiyê heye, banga me ev e ku bila hemû kes werin piştgiriya me bikin û me bi tenê nehêlin. Edî bes e, bila kurê min berdin. Heke kurê min bê berdan, ez ê biçim mala xwe lê heke edalet pêk neyê ez ê biçim Enqereyê, li ber Wezareta Dadê rûnim. Heta kurê min neyê berdan ez dev ji çalakiya xwe bernadim. Hemû kes bi zilma ku li me hatiye kirin dizane. Çima kujeran nagirin? Bila hemû kujer bên girtin. Malbata min belav kirin, qeydên wan hene çima qeydan dernaxin. Di nexweşxaneyê de mirov nayên kuştin, bila kujer bên cezakirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar