Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Şenyaşar: Li holê komkujiyek heye divê tişta pêwîst bê kirin

Ferît Şenyaşar di roja 31’emîn a Nobeta Edaletê de axivî û wiha got: “Dozger ji me re gotibû ku wan 23 kes tespît kirin. Wê demê ya pêwîst bikin, ma hûn li benda çi ne?

Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar a bi daxwaza ‘Edaletê’ ya li ber Edliyê Rihayê di roja 31’emîn de dewam kir. Serdanên piştgiriyê yên ji bo malbata Şenyaşar a li ber Edliyê dewam dikin. Şandeyeke Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê Mûrat Aba jî di nav de, bi armanca piştevaniyê malbat ziyaret kir.

Dayika Emîne Şenyaşar, komkujiya li nexwexaneyê rû da û mehek çalakiya xwe ya nobeta edaletê ji şandeya TÎHV’ê re vegotin. Şenyaşar diyar kir ku 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê dane kurê wê Fadil Şenyaşar û wiha got: “Bi awayekê bêhiqûqî kurê min girtiye. Ez dixwazim wî serbest berdin. Em li vê derê ji bo edaletê rûdidin. Lê tim mudaxileyî me dikin. Ez nikarim li malê rûnim. Me mehek dû xwe hişt. Heya ku edalet neyê bicih, salekê jî dewam bike, ez ê dîsa li vê derê rûnim. Jixwe ev 3 sal in ez najim. Ew min bikujin jî, ez ê  li vê derê bim. Kesên em qetil kirin bigirin.”

Heman bûyer du dosya

Ferît Şenyaşar jî da zanîn ku biryara qedexeya lidarxistina çalakiyan a walîtiyê, tenê ji bo wan derbasdare û ev tişt anî ziman: “Me daxwazname daye dozger. Em li benda encamê ne. Têkoşîna me dewam dike. Em rastî hemû mûameleyên xirab tên. Bûyer bi hev re girêdayî ye. Bersûc heman kes in, lê dosye kirine du dosye.”

Şenyaşar dest nîşan kir li holê komkujiyek heye û wiha got: “Dozger ji me re gotibû ‘Me 23 kes tespît kirin.’ Wê demê ya pêwîst bikin. Ma hûn li benda çi ne?”

‘Ji bo piştgiriyê em amade ne’

Pisporê Xizmeta Civakî yê TÎHV’ê Mûstafa Altitop ê cihê xwe di şandeyê de girt jî, qala armanca serdana xwe kir û wiha got: “Ji bo piştevaniyê em hatine vê derê. Em hêvî dikin ku ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Di vê pêvajoyê de, tişta ji destê me bê em ê bikin. Em amade ne, piştriya we bikin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar