Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Şenyaşar: Wezîrê Dadê bi çi rûyî ji vir dibe namzet?

Emîne Şenyaşar a ku ji 2 salan zêdetire li ber edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire bertek nîşanî namzetiya Wezîrê Dadê Bekir Bozdag a li Rihayê da û got:"Ew ê ev îktidar biguhere û ew ê ev zilam biçe."

Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn kuştin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 751’ê de wê berdewam bike. Emîne Şenyaşar a ku ji 2 salan zêdetir e li ber edliyeyê Nobeda Edaletê digire bertek nîşanî namzetiya Wezîrê Dadê Bekir Bozdag a li Rihayê da û got:”Ew ê ev îktidar biguhere û ew ê ev zilam biçe.”

Ji bo herkesî edalet

Emîne Şenyaşar ji bo her kesî edalet xwest û got:”Di zivistan û havînê de em nabêjin germ û sar em li ber vê edliyeyê ji bo edaletê rûdinên. Erdogan jî dozger û dadger jî dizane tu sûcê me tune ye. Lawê min Fadil bi salan e li hucreya yekkesî de tê girtin. Êdî bes e em edaletê ji bo lawê xwe jî ji bo herkesî dixwazin. Bila lawê min berdin, wa ye cejn jî nêz dibe em jî bi neviyên xwe wî pêşwazî bikin. Ez dipirsim qey ol û îmana we tune ye. We bi rehetî zarokên me kuştin.”

‘Em mafdar in’

Şenyaşar bal kişand ser namzetiya Bekir Bozdag û wiha got: “Ew bi çi rûyî li Rihayê dibe namzet . Gelê li vir dizane em mafdar in. Dizane Wezîrê Dadê Îbrahim Halil Yildiz diparêze. Li dû zaliman disekine, wê demê ew jî wekî wan zalim e. Em naxwazin were vir, gel jî naxwaze. Dema were pêşberî gel wê gel tû ser çavên wî bike û bêje ‘Here ber edliyeyê. Tu yê çawa bersivê bide wan.”

‘Ew ê ev sîstem biguhere’

Emîneyê derbarê namzetiya kurê xwe Ferit Şenyaşar a Rihayê de got:”Ez ji bo namzetiya kurê xwe bextewar bûm. Heta lawê min ji girtîgehê derkeve em ê li ber edliyeyê bin. Bila lawê min berdin ez jî herim mala xwe. Mirov birçî ne. Girtîgeh bi kesên bê sûc tije bûye. Em hêvî dikin ku wê ev sîstem biguhere. Ew ê ev zilam here.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar