Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ser ban bi keda jinan xemilîn

Bi dawîbûna demsala havînê re, jinên ji bo amadekariyên zivistanê ketin nava hewldanan li ser banên xwe dest bi hişkirina sebzeyan kirin

Bi dawîbûna demsala havînê re, jinan dest bi amadekariyan zivistanê kirin. Li bajarên bakurê Kurdistanê jinan, sebze û fêkiyên girtine ji niha ve li ser banên xwe ji bo hişkirinê raxistin. Jinan diyar kirin ku hişkirina sebzeyan di vê demsalê de tê kirin û gotin ku sebzeyên hişk ji bo tenduristiya mirovan jî gelek baş e.

Jina bi navê Fadîa Solmaz ku li Mêrdînê dijî, behsa amadekariyên ku ji bo zivistanê dike vegot. Solmaz destnîşan kir ku jinên Mêrdînê her sal heman amadekariyan ji bo zivistanê dikin û ev tişt anî ziman: “Her sal dawiya havînê em amadekariya zivistanê dikin. Her sal bihayê sebzeyan ji xwe zêde dibe. Em hîn havîn bi dawî nabe digirin.Em sebzeyan an hişk dikin an jî weke din amade dikin. Em zivistanê jî sebzeyên hişkirî dixwin. Ne tenê yên hişk, em îsot, rîçal, tirşikê niha amade dikin. Hinek kes van amadekariyên xwe zivistanê difiroşin jî. Lê em tenê ji bo xwe çêdikin. Zivistanê têrî me dike. Em ji hêjîr û mişmişên baxçeyên xwe jî rîçal çêdikin.”

Her wiha Solmaz diyar kir ku ji sebzeyên hişkirî gelek cureyên xwarinê çêdikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sebzeyên hişk ji bo tenduristiyê jî baş e, her wiha tehma xwarina wan jî pir xweş e. Em firingî, kundir, balîcan û îsotan niha li ber rojê hişk dikin. Em li ser banan hişk dikin. Rîçal û tirşî jî niha tên çêkirin. Em sebzeyan bi ben vedikin û li ser banê radixin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar