Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Şer bi tecrîdê aştî bi azadiyê geş dibe

1’ê îlonê Roja Aştiya Cihanê ye. Hemû kesên li dijî şer, di vê rojê de an li qadan, an jî bi rê û rêbazên cûda daxwaz û peyamên aştî, demokrasî û edaletê tînin ziman. Dijberiya xwe ya şer tînin ziman. Berê partiyên siyasî yên muxalif û rêxistinên civakî yên ku aştî û demokrasiyê diparêzin, mîtîngên girseyî li darxistin. Lê niha ji mîtîngan zêdetir, an daxuyaniyên çapemeniyê didin, an jî bi daxuyaniyên nivîskî daxwazên aştiyê tînin ziman. Dijberiya xwe ya şer tînin ziman.

Bi taybetî di salên dawî de piştî medya tijîtal û teknolojî pêş ket û şûnde, çalakiyên girseyî kêm bûn. Daxwazên bi girseyî ên ji bo aştiyê û li dijî şer her ku diçe kêm dibe. Zêdetir mirov van daxwaz û bertekên xwe li ser tor û platformên medya dijîtal tînin ziman. Bi rêyên twîtter, facebook, înstagram, tîk-tok û hwd bertek û nerazibûnên xwe tînin ziman. Ev teknolojî li aliyekî bi lez û bez deng digîne hemû kesan û belav dike. Lê li aliyekî din wekî sura ba ye tê û diçe. Zêde bandorek mayinde ava nake. Kûr û dûr naçe. Di nava civakê de yekîtî û hestek hevpar ava nake. Ruh û vîneke xurt ava nake. Girseya gel danaxe kolanan.

Bertek û nerazibûnên ku tekakesî pêş dikevin û bêrêxistin  bin, zêde nayên xuyakirin. Ji ber ku belavbûyî û bêrêxistin in, bandor û hêza wan jî kêm e. Li aliyê din pergal û dewlet bi hêsanî dikare bertek û nerazibûnên mirovan ên li ser medya dijîtal asteng û sansur bike. Ji ber ku şîrketên tor û platformên medya dijîtal bi desthilatdar, dewlet û sermayedaran ve girêdayî ne.

Lê dema ku bertek û nerazibûn bi girseyî bin, wê demê hem di aliyê dîtbarî de, hem jî di aliyê hest û ruh de hêzekê ava dike. Coş û kelecanekê ava dike.

Dema em li wêneyê heyî dinerin, hem bertek lawaz in, hem girseya ku dadikeve kolanan kêm e û hem jî bertek û nerazibûnên li dijî şer û daxwazên ji bo aştiyê bi çend rojan hatine bisînorkirin.

Çima divê bertek û nerazibûn her dem pêk nayê. Şer tenê di çend roj û mehan de nadome. Çima? Ji ber ku her roj kuştin heye. Her roj balafirên şer radibin. Her roj bombe tên barandin. Her roj mirov ji ax û warên xwe koçber dibin. Her roj, zarok tên kuştin. Mirov bi birçîbûnê re rû bi rû ye. Her roj karker di qezayên kar de tên kuştin. Her roj tacîz, tecawiz  heye. Ev hemû berhemên şer in. Hemû encama şer in. Eger rewş wisa be, divê têkoşîn jî her roj û bi girseyî be.

Şer tenê di nava du welat û dewletan wê demê şer heye. Eger her roj şer hebe, wê demê divê her roj li dijî şer têkoşîna aştiyê jî hebe. Divê her roj bertek û nerazibûn jî hebin. Divê çalakî bi girseyî û rêxistinî bin.

Çima çalakiyên girseyî divê?

Me got her roj şer heye. Şer encama feraseta desthilatan e. Hêzên desthilat, ji bo sermayeya xwe mezin bikin û hêza xwe xurt bikin, pêdivî bi şer dibînin. Ji bo karibin şer bikin, divê kesên li dijî şer dengê xwe bilind dikin, wan bêdeng bikin. Ji ber vê yekê kesên ji bo jiyanek aştî, demokrasî, ekolojî azadiya jinê têdikoşin, wan digirin û davên zîndanan. Bi avêtina zîndanan têr nabin. Hem wan davêjin zîndanan hem jî wan tecrîd dikin. Bi tecrîdkirinê dengê wan ji cihanê qut dikin.

Pergal û hêzên desthilat, dema kesên pêşeng dîl digirin û tecrîd dikin, bi hêsanî dikarin civakê jî kontrol bikin.

Em îro dibînin ku li Îmraliyê li dijî Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan 24 sal in tecrîdek giran heye. Di 30 mehên dawî de bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Alîgirên şer ji bo şer berdewam bikin tecrîdê pêş dixin.  Bi tecrîdê dikarin şerê xwe bidomînin. Ji ber vê yekê kesên azadiyê dixwazin jî divê têkoşîna aştiyê geş bikin. Divê têkoşîna aştiyê xurt, birêxistin û mayinde bikin. Ji ber vê yekê şer bi tecrîdê, azadî jî bi aştiyê geş dibe.

Nûçeyên Têkildar