Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Ser hestiyên ku hatibûn dîtîn hatin betonkirin

Di dibistana Navîn ya Husrev Paşa de gelek hestiyên mirovan hatin dîtin. Bêyî ku lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi dawî bibe, qada ku hestî lê hatin dîtin hat betonkirin.

Di 30’yê adarê de di dema kolandina hewşa Dibistana Navîn a Husrev Paşayê de gelek hestiyên mirovan hatibûn dîtin. Piştî ku haya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê pê hatibû xistin, rêveberên komeleyê çûbûn cihê bûyerê û zabitname çêkiribûn. Heta niha li vir 2 qoqên seriyan û gelek hestî hatine dîtin. Hestî bi qasî du metreyan di bin erdê de bûn û li kêleka hev rêzkirî bûn.

Piştî vê Serdozgeriya Komarê ya Wanê jî karê kolandinê dabû sekinandin û lêpirsîn dabû destpêkirin.

Hestiyên hatibûn dîtin ji Saziya Tipa Edlî re hatibûn şandin. Hat diyarkirin ku ev qada ku hestî lê hatine dîtin berê goristana ermeniyan bûye. Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê têkildarî mijarê daxuyandibû ku di çarçoveya lêpirsînê de ji wan re hatiye gotin ku cihê ku hestî lê hatine dîtin berê goristaneke ermeniyan bûye.

Bêyî ku lêpirsîn bi dawî bibe ji duh ve li vir karê înşeatê didome. Qada ku ji bo çêkirina dibistana nû hatiye çêkirin, hat betonkirin. Baroya Wanê bertek nîşanî vê da û got ku ev nayê qebûlkirin û lêpirsîn ji waliyê wan bi awayekî baldar tê şopandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar