Li gundê Şîdada yê girêdayî navçeya Bismil a Amedê malbatên Alyamaç û Taş ji ber erdê genim lihev nekirin û bi şer çûn. Di şer de çek hatin bikaranîn. Di şer de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dayîn jî ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morgên nexweşxaneyan.
Têkildarî bûyerê keyayê gund Akîf Yilmaz, ev agahî parve kirin: “Ji min re gotin ku 10 kes hatine kuştin. Hejmareke zelal tune ye. Piştî şer, şewat derket. Helîkopter hene. Kes nikare bikeve gund û jê derkeve.”
Piştî şerê malbatan, li gund nav zeviyan şewat derket. Ketin û derketina gund ji hêla leşkeran ve hatiye girtin.