PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Şer û hevhatina qels; Idlib

Bajarê Idlibê di krîza Sûriyeyê de bû cihekî herî girîng. Hemû aktorên ku li ser Sûriyeyê siyasetê dikin, bûne beşek ji şerê li Idlibê. Di daxuyaniyên dawî yên ji wan aktoran diyar dibe ku, her hêz li gorî armancên xwe dixwaze encamekê ji şerê li vir bigre.

Piştî ku di 3’yê gulanê de şerê Idlibê dijwar bû û rejîma Sûriyeyê qasî 17 gund û navçeyên herêmê ji komên çeteyên Heyet Tehrir Şam/ Cephet El Nusra ku Tirkiye destek dide van çeteyan, girt û rejîmê xwest pêşvetir biçe. Piştî van pevçûnan helwesta aliyan hinek din zelaltir bû. Bi taybet Amerîka di asta herî jor de bertek nîşanî şerê li vir da. Fransayê banga agirbestê kir.

Herkes dizane ku li hevkirina Rûsya û Amerîka û Ewropayê ya bi navbeynkariya Tirkiyeyê  demkî bû. Ev lihevhatina ku par di 17’ê îlonê de li bajarê Soçî hat îmzekirin sê armancê wê esasî hebûn.

Yek; herêmek bi qasî 20 km bêçek be.

Du; radestkirina rêya Helep, Şam, Latkiyê ya bi navên M-4, M-5 bû.

Sê; jinavbirina komên radîkal yên wek Heyet Tahrîr Şam bû.

Niha ev armanca hemûyan dewleta tirk girtibû ser xwe. Di esasê xwe de di vê peymanê de Rûsya ji bo êrîşî Idlibê neke, bi navbenkariya dewleta tirk ya dagirkeriyê ji dewletên Ewropî û Amerîka sê tişt xwestibû. Di mijara Idlibê li ser yekalî peymanek hatibû kirin. Rûsya bi tenê ne êrîşkirin girtibû ser xwe, ew jî ger êrîşek li ser vê neyê kirin.

Herî dawî serokê Rûsyayê Pûtîn di civîna 5 dewletê yên hevkariya Şengayê de got: “Hedefa me ya yekê komoza terorê ya li Idlibê ji nav bibin.” Niha ev jî diyar dike Rûsya êdî dimijarê Idlibê de wê plana xwe bixe meriyetê.  Di rastî de hemû peymanên li Sûriyeyê demkî ne û li gora berjewendiyê dewletan li ser Sûriyeyê siyasetê dikin rojane diguhere. Li hevkirina neçarî di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ku xwe bi formata Astana û Soçî bi nav dikirin, niha li Idlibê di krîzeke mezin de ye. Wê ev formata Astana dewam bike yan na dê çareseriya krîza Idlibê diyar bike.

Navenda têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê geşedanên Sûriyeyê diyar dike. Li Sûriyeyê di navbera wan de guhertinek herî biçûk dê bandorê li ser siyaseta wan giştî bike û dike jî. Niha em dibînin ku di mijara Sûriyeyê de têkiliyên Rûsya û Tirkiyê rojane diguherin. Ez dikarim bêjim ku heta Tirkiye û Rûsya niha li Idlibê şerê hev dikin û ev şer her diçe dijwartir dibe.

Dewleta tirk rojane cebilxane û çeken giran ji çeteyên Heyet Tahrîr Şam re dişîne û ji ber vê alîkariya lojîstîk ya dewleta tirk di navbera rejîma Sûriyeyê û çeteyan de hevsengiyeke hêzê çêdibe. Niha ev hevsengî heye, car carar hin navend ji aliyê rejîma Sûriyeyê tê girtin, car caran jî çeteyên Tirkiyelê hin herêma ji destê rejîmê derdixin.

Dewleta tirk di destpêka êrîşên rejîma Sûriyeyê bêdeng ma û hişt ku Heyet Tahrîr Şam/Cephet El Nusra bi temamî têkeve bin serweriya wê. Piştre, bi hezaran çeteyên li Efrîn, Cerablusê perwerde dikir derbasî Idlibê kir. Çekên herî pêşketî yên NATO’yê da çeteyan û çeteyan êrîşên rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê rawestandin. Niha Rûsya vê hevkariya Tirkiyeyê ji bo xwe wek metirsiyekî dibîne. Helwesta xwe hinek din jî hişktir kir. Daxuyaniyên Pûtîn vê dide nîşandan.

Çeteyên wek Heyet Tahrîr Şam û komên din ji ev hevkariya dewleta tirk diyar e pir kêfxweş in û hinek din jî bihêvî bûn. Di çarçoveya civînên Astanayê de dewleta tirk bibû beşek ji siyaseta Rûsyayê û aşkera nikaribû hevkariya çeteyan bike. Nameza jî bi aşkera nikaribû piştgiriyê bide çeteyên radîkal. Lê diyar dibe ku dewlata tirk bi armanca hilweşandina rejîma Sûriyeyê zindî bihêle pgiştiriyê dide çeteyan.

Rejîma Sûriyeyê ji bo Idlibê jinûve bixe destê xwe demeke dirêj e amadekarî dikir. Herî dawî bi alîkariya Rûsyayê êrîşek dijwar bir ser Idlibê. Diyar dibe Rûsya naxwaze roleke girîng ya Îranê di vê pêngava êrîşê de hebe. Ji bo wê jî çend rojê destpêkê de rejîma Sûriyeyê hin cihan girt jî, lê di encamê de çeteyan gelek cih dîsa xistin destê xwe. Ev jî nîşan dide ku ger alîkariya dewleta tirk ji bo çeteyan bidome, rejîma Sûriyeyê nikare di demek kurt de pêşketinek li Idlibê bi dest bixe.

Şerê li Idlibê ne tenê ji bo Sûriyeyê wê siberoja dewleta tirk ya li Sûriyeyê jî diyar bike. Di heman demê cihên di destê li Sûriyeyê ji ber destê “oposîzyonê” namîne rejîma Sûriyeyê dikare serkeftina xwe îlan bike. Herêmên wek Efrîn, Ezaz, Cerablus û Bab ku niha ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin ku dewleta tirk bi destûra Rûsyayê ev herêm dagir kiribê, ev wê bibe krîzek mezintir ji bo Rûsya û Tirkiyeyê. Piştî Idlibê nîqaşa herî zêde dê li ser hebûna dewleta tirk li Sûriyeyê be. Ji niha ve Rûsya vê mijarê tîne rojevê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar