Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sercerdevan Îskender Ertûş bi gefan malbatek ji navçeyê derxist

Malbata ku dest ji gilîkirina kesên ku li dibistaneke li Elbakê dest avêt zaroka wan a 8 salî berneda, ji aliyê sercerdevan Îskender Ertûş ve bi gefan ji navçeyê hat derxistin

Li navçeya Elbakê ya Wanê, dibistanekê kesekî 2 hefteyan destdirêjî li Î.G. a 8 salî kir. Zaroka 8 salî piştre ji malbata xwe re qala vê êrîşê kir. Malbata Î.G. piştî ku bi bûyera destdirêjiyê hesiya yekser kete nava liv û tevgerê. Malbata Î.G. tevî zaroka xwe çû dibistanê. Î.G. piştî ku kesê 60 salî yê karî paqijiyê dikir dît, kir qîrînî. Li ser vê yekê bavê Î.G. bi êrîşkar Y.K. re şer kir. Rêveberiya dibistanê û polîsan dest li vê yekê werdan.

Piştî lêpirsînê, bi delîlan û dîmenê kamerayê ispat bû ku Y.K. destdirêjî zarok kiriye. Dadgehê li ser giliyê malbatê biryar da ku Y.K. bê girtin.

Êrîşkarê destdirêjiyê Y.K. bi rêya malbata xwe agahî da sercerdevan Îskender Ertûş û jê xwest bike ku malbat dest ji gilîkirinê berde. Li ser vê yekê sercerdevan Îskender Ertûş bi malbata Î.G. re hevdîtin kir û zext lê kir ku dest ji gilîkirinê berde. Malbatê got ku dê dest jê bernede û li ser vê yekê Îskender Ertûş û parêzvanê wî biraziyê êrîşkarê destdirêjiyê Faysal Kiliç gef lê xwar.

Sercerdevan û parêzvanê wî gef li malbatê xwarin ku ger di nava rojekê de Elbakê neterikînin wê mirinê bidin ber çavên xwe. Piştî vê gefê malbata Î.G. tevî xizmên xwe neçar ma ku di şevekê de Elbakê biterikîne. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar