Sercerdevanê berê Osman Arslan ku dest ji cerdevantiyê berdaye bang li cerdevanên tev li operasyonan dibin kir û got: “Min 6 salan cerdevantî kir. Ez poşman im ku min ev kar kiriye. Her tim ji bo kuştinê me didan pêşiya xwe. Ji ber vê çendê hewceye ku cerdevan hemû çekên xwe deynin.”
Di salên 1980’yî û salên 1990’an de gelek kes ji ber ku cerdevantî qebûl nekirin dewletê ew ji xwe re kirin hedef. Ev kes an hatin sirgûnkirin, an jî warên wan hatin şewitandin û ji ber vê ji bêgavî koç kirin. Gelek kesên ku ji bêgavî cerdevantî qebûlkirin jî li gundên xwe man. Lê piştî çend salan ev kes gelek kesên ku cerdevantî qebûl kiribûn hêdî hêdî çek danîn û dest ji cerdevantiyê berdan. Her wiha ên dest ji cerdevantiyê bernedan jî tev li eskerên Tirkiyeyê daxilî operasyonan hatin kirin. Niha di operasyona Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK’ê ya li Herêma Kurdistana Federe de jî ku ji 17’ê nîsanê ve didome, gelek cerdevan cih girtine.
Ji van cerdevanên ku çek danîne yek jê jî Osman Arslan e. Arslan di salên 90’î de ji ber ku polîtîqayên wê demê ji bêgavî bûye cerdevan û paşê jî bûye sercerdevan. Arslan piştî 6 salan dest ji cerdevantiyê berdaye.
Osman Arslan, sercerdevanê berê têkildarî operasyonên li herêmê tên kirin û cerdevanên tev li operasyonan bûne axivî. Arslan bang li cerdevanên tev li operasyonan dibin kir ku rojek berî rojekê çekê deynin.
Arslan diyar kir ku di 1992’yan de bûye cerdevan û piştî 4 salan jî bûye sercerdevan. Arslan ku 2 salan sercerdevantî kiriye bilêv kir ku li herêmên çiyayên Morê û Cîloyê cerdevantî kiriye û di operasyonên tev li wan bûye de ne gerîla ne jî esker jiyana xwe ji dest nedane.
Arslan behsa sedema çekdanîna xwe jî kir û got: “Dewletê rojekê bang li min kir. Ji min re got, ‘Tu yê ji me re sîxurtiyê bikî. Li gund çi diqewime tu yê ji me re bêjî û ‘keleyan’ ji bo me bînî.’ Piştî van gotinen bi demekê li herêmê şerek qewimî û di şer de ji her du aliyan jî kes mirin. Êdî dilê min negirt ku ez cerdevantiyê bikim. Min piştî wan her du mijaran dest ji cerdevantiyê kêşa.”
‘Çekên xwe deynin’
Arslan bang li cerdevanên nû û yên ku niha tev li operasyonan bûne jî kir û got bila dest ji vî karî berdin û çekên xwe deynin. Arslan got: “Guneh in. Gava bên kuştin dê zarokên wan perîşan bibin. Bila çekên xwe deynin û tev li operasyonan nebin. Dewlet çi qasî qadro û maaş jî bide ne rast e ku em hev bikujin. Em ricayê dikin ku bila çekên xwe deynin. Min 6 salan cerdevantî kir û ez poşman im ku min ev kar kiriye. Her tim ji bo kuştinê me didan pêşiya xwe. Ji ber vê çendê hewce ye ku cerdevan tev çekên xwe deynin.”
Arslan di berdewamiya axaftina xwe de bang li malbatên esker û polîsan jî kir û got: “Ez ricayê malbatên eskeran dikim ku bila derkevin televizyonan û nehêlin zarokên wan biçin operasyonê û ji bo xatirê desthilatê neyên kuştin. Bila daxuyaniyan bidin ku ev şer rawest e. Esker, polîs û gerîla neyên kuştin. Yên ji her du milan jî tên kuştinê ciwan in, heyf û mixabina wan ciwana ye ku bên kuştinê. Îro em dibînin ku operasyon birine ser Herêma Kurdistana Federal. Bila biçin ewlehiya erdê xwe bikin. Çi karê wan li wê derê heye? Ev tişta ku dikin Xwedê jî qebûl nake.”
Arslan di dawiyê de got: “Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin. Gelê çav bernedaye heqê kesî. Tenê doza nasnameya xwe û mafên xwe dike. Em di vê operasyonê de dewleta tirk serkeftî nabînin. Roj bi roj dewlet bêqawet dibe. Îro dewletê aborî di topbarankirina van çiyayan de xerc kiriye. Tevahiya budçeya Tirkiyeyê li van çiyayan tê xerckirin. Gel birçî ye.”