Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

​​​​​​​Serçeteyê DAIŞ’ê Erdogan xwedî li zarokên xwe derdikeve

Li dijî operasyona HSD’ê ya dijî DAIŞ’ê ku bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” da dastpêkirin û heta niha dewleta tirk a qirker li pêş çavê cihanê êrîşî 6 bajar û bajarokên Rojava kir û 4 jê zarok 6 kes qetil kir. Gelek welatî birîndar bû zerarek mezin a maddî çêbû.  

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û tora madeyên hişbir, di 27`ê tebaxê li herêma Dêrazor û rojhilatê Firatê operasyona bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” da di saet 20.00`an de destpêkirin. Ji destpêkirina operasyonê 3 saet şûnde dewleta tirk êrîşên nû yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkir. Di encama êrîşan de ji heman malbatê 4 zarok û jinek şehîd ketin.

Bîlançoya 9 rojan a êrîşên dagirkeriyê;

* Dewleta tirk a dagirker destpêkirina operasyonê 3 saet şûnde gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

* Di 28`ê tebaxê de dewleta tirk a dagirker gundê El Şêx Elî yê bakurê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

* Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta tirk a dagirker di 29`ê tebaxê de gundê Merenaz ê girêdayî navçeya Şerayê ya Efrînê bombebaran kir.

* Artêşa tirk a dagirker di 30`ê tebaxê de gundê Dirdara yê li bakurê navçeya Til Temirê topbaran kir.

* Di 31`ê tebaxê de dewleta tirk a dagirker gundê Dirdara yê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

* Dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 1`ê îlonê de gundên bakur û rojavayê Minbicê Ewn Dadat, Muhsenlî, Ereb Hesen, Um Cilûd, Seyade û Dendeniyê êrîş kirin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşan têk birin. Di encama êrîşan de ji heman malbatê 4 zarokên bi navê; Amir Xalid El Ferc (15), Amir Fehed El Ferec (10), Malik Fehed El Ferec (18), Zeyneb Mihemed El Ferec (14) şehîd ketin. Li gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê jî welatiyê bin navê Bozan Hisên (40) birîndar bû.

* Dewleta tirk a dagiker û çeteyên girêdayî wê 2`ê îlonê de êrîşî gundê Gozeliyê yê li hember rêya M4 û gundewarê rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

* 2 îlonê de artêşa tirk a dagirker gundên bakur rojhilat û bakur rojavayê bajarê Minbicê topbaran kir. Li gundên Til Refîi (li bakur rojhilatê Minbicê), Dendeniyê (li bakur rojavayê Minbicê) ji ber topbaranê hejmareke welatî birîndar bûne.

* 2`ê îlonê de, balafirek firokevan a dewleta tirk a dagirker saet derdora 16.30’an de li ser rêya giştî ya di navbera Girkê Legê û Dêrikê de li nêzî çerxerêya gundê Dugirka yê seyareyek bombebaran kir.

* Dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di 2`ê Îlonê gundê El Huriye yê rojavayê kantona Girê Spî topbaran kir.

* Dewleta tirk a dagirker 2`ê îlonê gundê Şêx Îs yê kantona Şehbayê topbaran kir.

* Di saetên dereng yên 2`ê îlonê de çetetê dewleta tirk a dagirekr êrîşî gundên Minbicê kirin. Di encama êrîşan de çeteyan bi ser mala welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm El Hac Ebdullah a li Mezraya Mehmûd de girtiye, bi kêrê êrîşî jina bi navê Fatme El Hac Mihemed El Xilêf (70) kiriye. Di encamê de jina 70 sali hate qetilkirin û hevjîna kurê Mihemed Îbrahîm El Hac Ebdullah giran birîndar bûye. Her wiha 2 birayên malbatê; El Hac Ebdullah û birayê wî Ehmed revandine.

* 3`ê îlonê dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, bi bejahî êrîşî gundên Tawila, Til Tewil û Xemsîn ên girêdayî Til Temir kirin. Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê jî bersiv da û pevçûn derketin.

*Di 3`ê îlonê saet 06:40’an de artêşa dewleta tirk a dagirker û çeteyên wî ji bejahî ve êrîşî gundê Sigêro yê dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê û rojavayê gundê Tirwaziyê kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bersiva êrîşê dan û şerekî dijwar derket. Di encama şer de çeteyek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû. Çeteyan di heman demê de noqteyeke hêzên hikumeta Şamê kirin hedef. Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û yek jî birîndar bû.

* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 3`ê îlonê de êrîşî gundê Tawîla, Til Tewîl, Gozeliyê û Xemsîn kir. Di encama bersivdayînê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Heman demê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê kirin hedef. Di encamê de bi kêmanî 5 leşkerên Şamê hatine kuştin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar