Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Serdana Akar nîşaneya şer û êrîşeke nû ye

Kamûran Berwarî diyar kir ku serdana fermandarên şerê taybet ên tirk Hûlûsî Akar, Yaşar Guler û Hakan Fîdan a li Bexda û Hewlêrê nîşaneya êrîşeke nû ya li dijî PKK'ê ye

Navenda Nûçeyan

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî diyar kir ku serdana fermandarên şerê taybet ên tirk Hûlûsî Akar, Yaşar Guler û Hakan Fîdan a li Bexda û Hewlêrê, nîşaneya êrîşeke nû ya li dijî PKK’ê ne.

Dr. Berwarî bal kişand ser hevdîtina li gel Iraqê û Herêma Federala Kurdistanê û got  ku rojên metirsîdar li pêşiya gelê kurd e. Dr. Berwarî anî ziman ku di vê qonaxê de rewşeke aloz li Rojhilata Navîn û bi taybet li ser gelê kurd û tevgera azadiya kurd heye û wiha got: “Dibe Tirkiye û Iraq li ser hinek xalên girîng di çarçoveya berjewendiyên hevbeş û hêlên stratejîk de piştî hevdîtina li gel Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî li hev kiribin.”

Berwarî bal kişand ser bûyerên piştî vê hevdîtinê û wiha pêde çû: “Dibe ku 20 rojên dawî şerekî dijwar ji Garê bigire heta Metîna û digihêje Zaxoyê rû bide. Ji meha hezîrana 2020’ê ve Tirkiye bi planekê hewl daye ku xaka başûrê Kurdistanê dagir bike. Hikûmeta Tirkiye û Iraqê bi hevkariya hinek partiyên desthilat ên Başûr bi hev re planek daniye ku van herêman kontrol bikin. Bi taybet dewleta Tirkiyeyê hewl dide ku ji sînorê başûrê Kurdistan ji Xabûr bigire heta Rebîa û Şengal jî di nav de û ji wir jî heta sînorê Ûrdunê bixe destê xwe.”

‘Armanc tunekirina kurdan e’

Dr. Berwarî di derheqê hatina Wezîrê Parastina tirk Hûlûsî Akar de ev tişt diyar kir: “Armanca wan a esasî li ser dagirkirina başûr û rojavayê Kurdistanê ye. Dixwazin Tevgera Azadiya Gelê Kurd lawaz bikin. Xweseriya Şengal û civaka êzidî têk bibin. Armanca wan ew ku Hikûmeta Federala Kurdistanê bikin bin kontrola hikûmeta Irak û Tirkiyeyê. Bi heman awayî pêşiya Îranê bigire ku Îran nikaribe tu peywendiyek bi Iraq û Sûriyeyê re pêk bîne. Hewl dide ku bi avakirina herêmeke taybet ji bo Sineyên Iraqê, sînoran a rasterast bi Ûrdûn û Tirkiyeyê ve girê bide.”

Siyasetmedarê başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku divê tu aliyeke siyasî yê kurd tev li van planan nebin û axaftina xwe wih bi dawî kir: “Ji bo wê ye ku divê hikûmeta herêma Kurdistanê bi tu awayî tev li vê planê nebe, li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê şer neke, êrîşê gerîla neke. Ji ber ku ev êrîş dibe sedemê tunekirina destkeftiyên gelê kurd.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar