Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Serdana Berhem Salih û dema wê

Erdogan nehat Iraqê, lê Berhem Salih careke din çû Tirkiyeyê. Balkêş e ev serdan di demeke ku artêşa tirk a dagirker êrîşên xwe li ser Başûr zêde kirin, her wiha qeyrana Kerkûkê kûrtir dibe de pêk hat

Serdana Serokomarê Iraqê Berhem Salih a ji bo Tirkiyeyê di demeke ku artêşa tirk a dagirker êrîşên li ser Başûr zêde kirin de pêk hat. Balkêşe ku berê hatibû gotin wê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan were Iraqê, lê berevajî wê Salih çû Tirkiyeyê. Her wiha piştî hevdîtina Berhem Salih a bi Erdogan, Wezîrê Karên Derve ya Tirkiyeyê û rayedarên MÎT’ê re, tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih duh li gel şandeyek ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê û Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Iraqê jî di nav de ye çû Tirkiyeyê.

Li gorî çapemeniya Tirkiyeyê Berhem Salih li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan jî amade bûn.

Piştî hevdîtinên rayedarên dewletan piranî civînên çapemeniyê tên lidarxistin û têkildarî naveroka hevdîtinan zanyarî tên dayîn. Lê balkêşe ku piştî hevdîtina Salih û Erdogan tu civîn nehatin lidarxistin û daxuyanî nehatin dayîn. Salih piştî hevdîtinan vegeriya Iraqê.

Beriya serdana Berhem Salih, Ofîsa Serokomariyê ya Iraqê, daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku dê di hevdîtinê de rewşa dawî, guhertinên li herêm û cîhanê, pêwendiyên herdu welatan bên gotubêjkirin.

Dema serdanê

Berhem Salih ji serê salê ve cara duyemîn e ku diçe Tirkiyeyê. Cara yekêm di 3’yê çileya 2019’an de çûbû û bi Erdogan re hevdîtin pêk anîbû. Piştî vê hevdîtinê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di 27-28’ê nîsanê de serdana Bexda û Hewlêrê kiribû. Çavuşoglu di van serdanên xwe de careke din îdîa kiribû ku Kerkûk bajarê Tirk e. Çavuşoglu her wiha li ser madeya 140’an, Kerkûk û Herêma Federal a Kurdistanê jî bi Serowezîrê Herêma Federal a Kurdistanê yê wê demê Nêçîrvan Barzanî re axivî bû. Çavuşoglu di wê serdanê de gotibû ku dê serokomarê tirk Erdogan jî di dema pêş de were Iraqê.

Erdogan nehat Iraqê, lê Berhem Salih careke din çû Tirkiyeyê. Balkêş e ev serdan di demeke ku artêşa tirk a dagirker êrîşên xwe li ser Başûr zêde kirin, her wiha qeyrana Kerkûkê kûrtir dibe û mijara Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê û avakirina Hikûmeta Herêmê tê nîqaşkirin de pêk hat.

Daxuyaniya mekteba Berhem Salih

Piştî hevdîtinê Mekteba Fermî ya Berhem Salih li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de serdana Berhem Salih wekî “serdanek taybet” hat pênasekirin û wiha hat gotin: “Serokomar Berhem Salih di hevdîtina xwe ya bi Erdogan re de, girîngiya parastina serweriya Iraqê careke din aniye ziman. Her wiha her karek û hewldanek yekalî ya leşkerî ku sînorên Iraqê binpê dikin, red kiriye. Dîsa bal kişandiye ku ewlekariya hevbeş bi riya hevsengiyên herdu welatan û welatên herêmê, tê mîsogerkirin. Behsa girîngiya hevkarî û danustendinê ya ji bo çareseriya van aloziyên vê demê kiriye. Diyar kiriye ku pêwîste ji zimanê tehdîtê dûr bê sekinandin da ku aramiya ewlekarî û aborî li herêmê bicîh bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar