Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Serdana Hakan Fîdan ya Iraq û PDK’ê ji bo tola DAIŞ’ê ji me rakirinê ye’

Hemed Bişar bal kişand ser serdana Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk a dagirker û wiha got: “Bi dehan pêşeng û şervanên me bi îmzaya vî kesî hatine şehîdkirin. Her dema ku rayedarên Iraqê û Tirkiyeyê dicivin, êzidî derb dixwin.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan roja 22’yê tebaxê bi serdanek fermî gihişt Bexdayê û piştre  jî serdana Hewlêrê kir. Di serdana xwe de Fîdan li gel berpirsên hikûmeta Iraqê, partiyên siyasî û Barzaniyan civiya.

Li ser serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan, endamê Desteya Rêveber a Şengalê Hemed Bişar ji ajansa Rojnewsê re axivî.

‘Di her hevdîtê de em wek êzidî derbê dixwin’

Hemed Bişar di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku her dema rayedarên Tirkiyeyê bi berpirsên Iraqê re dicivin, êzidiyan derbe xwariye û wiha got: “Em hîna di salvegera fermanê dene ku 9 sal li ser re derbaz bûn. Di demek wiha de pêşwazîkirina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ji aliyê rayedarên Iraqê ve cihê gumanê ye. Ji ber ku her dema ku rayedarên Tirkiyeyê bi berpirsên Iraqê re dicivin, em wek êzidî derb dixwin û rastî planeke ku hatine. Di hemû fermanên di ser me de hatine destê Osmaniyan tê de hebû û heya niha jî Erdogan li ser wê xetê ya ku hedefa wê qirkirina êzidiyane ye. Di dema hevdîtin bi tirka re tên çêkirin pêşengên me tên hedefgrtin û dixwazin tola DAIŞ’ê ji me rakin.”

‘Fîdan berpirsê şehîdkirina pêşengên me ye’

Hemed Bişar di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Her kes dizane ev kesê ku nihe wek berêpirsê karên derve ê Tirkiyê tê naskirin, berê berpirsê MÎT’ê bû destê wî di şehîdkirina bi dehan pêşeng û şervanên me de hebûye. Ev kesên bi îmzaya Hakan Fîdan hatine şehîdkirin, ji bo axa Iraqê şer kirine û DAIŞ têk birine. Heya niha bi dehan gorên komî li Şengalê hene û nehatine rakirin em di nava fermanê dene, pêşwazîkirina berpirsên dewleta tirk ji mere bi êşe.”

‘Hakan Fîdan dagirkeriya xwe jibîr kir û me wek dagirker nîşan da’

Hemed Bişar li ser îdayên Wezîrê Karê Derve ê Tirkiyeyê ku Şengalê  wek herêmek dagîrkirî bi nav dike jî ev bersiv da: “Ji dema fermanê ve ku dewleta tirk hevkariya DAIŞ’ê kir û bi ser me de şand ji wê demê heya niha  Şengal ji aliyê keç û xortên xwe ve tê parastin û rêvebirin. Ji ber ku em wek gelê Şengalê wî fikrê wan ê koletiyê qebûl nakin û bi îradeya xwe Şengalê bi rêve dibin, ew me wek dagirker binav dikin. Em li ser axa xwe ne û parastina  xwe dikin. Lê em dibînin me pêşî li fermanên Erdogan girtiye ku li ser xeta bab û bapîrên xwe dimeşe, em êdî rê nadin tu kes li ser axa me dagirkeriyê bimeşîne ji ber wê ye me wek dagirker binav dikin.”

‘Hevdîtin  ne di berjewendiyên me dene divê em pêşî li planên wan bigrin’

Herî dawî Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Hemed Bişar li ser serdana Hakan Fîdan a ji bo Iraqê banga hişiyariyê li gelê Şengalê kir û da diyarkirin ku ev hevdîtinên hatine çêkirin, ne di berjewendiya gel de ne û pêwîste rê li ber planên wan bigrin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar