Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Perşembe - 21 Kasım 2024

Serdegirtina Navenda Kurd rêbazên dewleta tirk a faşîst e

Polîsên alman bi rêzbazên dewleta tirk a faşîst bi ser Navenda Demokratîk a Civaka Kurd a Nav Berlînê girtin. Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz diyar kir ku serdegirtin nîşaneya polîtîkayên zordar ên li Tirkiyeyê ye.

Navenda Demokratîk a Civaka Kurd a Nav Berlîn ku li paytexta Almanya Berlînê xebatên xwe didomîne, rastî miameleya keyfî ya polîsên alman hat. Hat diyarkirin ku polîsên Berlînê bêyî belgeya lêgerînê bi tîmên taybet bi ser komaleyê de girtin. Serdegirtin saet di 15.00’an de pêk hat û polîsan çek dirêjî kesên li komeleyê bûn kirin û gefên dijwar li wan xwarin. Tevî ku malbat û zarok li navendê bûn, ev helwesta polîsan û bi taybet bikaranîna çekan rastî bertekên mezin hat. Erîşkariya polîsên Berlînê rêbazên Naziya Almanyayê anî bîra mirovan.

Di serdegirtinû de tevî Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz kesek binçav kirin û piştre berdan.

Huseyîn Yilmaz nerazîbûn nîşanî serdegirtina polîsên alman da û diyar kir ku sergirtina Navenda Civaka Demokratîk dewama polîtîkayên zordar ên li Tirkiye û Kurdistanê ye û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya civakî dewam bikin.

Huseyîn Yilmaz anî ziman ku kiryarên hêzên ewlekariyê yên Elman ne kêmî yên hêzên ewlekariyê yên tirk e û got, “Destwerdana bi çekan a li Navenda Civaka Demokratîk nayê qebûlkirin. Serdegirtinên bi vî rengî ji bo çavtirsandinê ye. Em bang li gel dikin ku li hemberî vê yekê hişyar be.”

Huseyîn Yilmaz salvegera komploya navneteweyî bi bîr xist û anî ziman ku operasyonên bi vî rengî parçeyek ji komploya navneteweyî ye û banga piştevaniyê li hêzên şoreşger, demokrat û alîgirên aştiyê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar