Endamê Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê Ronî Serdem derbarê girîngiya hilbijartinên giştî û parlamentoya Tirkiyeyê, piştî çûyîna Erdogan rewşa Tirkiye, piştî Erdogan têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê, piştgiriya PDK’ê ya ji bo Erdogan û operasyonên dawî yên dijî siyasetmedar, parêzer û hiquqnasan, bersiva pirsên Rojnewsê da.
Ronî Serdem da zanîn ku rojeva bingehîn ya hilbijartinên 14’ê Gulanê tim bûye PKK, her wekî ku PKK û Rêber Apo ketine hilbijartinan, tim di navenda propagandayan de ne. Serdem dibêje; “Yên ku bi salane dibêjin PKK xilas bûye, êdî wê tu kes di nîsana bê de navê PKK’ê nebîhîse, niha bi şev û roj PKK li ser zimanê wan ranabe. Di rastiyê de dema ku em ber bi hilbijartinan ve diçin, rewşa ku tê dîtin ew e ku sazûmaniya li ser tunekirina PKK’ê hatiye avakirin, niha di nava êş û janan de ye.”
Hevpeyvîna bi Endamê Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê Ronî Serdem re wiha ye:
-Di demek ku ji bo hilbijartinên 14’yê Gulanê kêm maye de, hûn ji bo pêşeroja Tirkiyeyê van hilbijartinan çawa dinirxînin?
Li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê hilbijartinên vê carê ji hemû hilbijartinên ku heta niha hatine kirin di gelek aliyan de pir cûdaye. Tirkiye wê îsal bikeve sedsala xwe ya duyemîn. Di pêvajoya sedsala destpêkê de rejîma heyî di gelek aliyan de kevin bûye, demê xwe temam kiriye û ev yek di çaryeka dawî ya vê sedsalê de tim dihat gotin û behskirin. Yan wê veguherînek demokratîk pêkbihata, yan jî wê biketa qalibek otoriter, olî-netewperestî. Tam di vê werçerxana dîrokî de bi pêşengiya Erdogan Tirkiye bi leza dawî ket ser rêya dewleta dîktator, mafya û olî-netewperestiyê. Vê tercihê civak ber bi du blokbûnên tund ve bir. Pêvajoyek ya bûyîna demokratîk û otorîteriyê di vê hilbijartinê de tê jiyîn. Di rastiyê de li tevî ku kêmî hefteyek ji hilbijartinan re maye jî, lê hîn ne zelale ku wê hilbijartin bên kirin yan na û eger bên kirin jî wê çiqas demokratîk û zelal bin nayê zanîn. Lewra di vê mijarê de meraq û gûmanên heyî berdewam dikin. Eger ji bo civaka Tirkiyeyê rewş wiha be, em bi hilbijartinek wisa re rûbirû ne ku ji bo gelê kurd xwedî wate û girîngiyek hîn zêdetire.
Ji bo gelê kurd vê rejima sed salî bi înkar, bişaftin, îmha û qirkirinan re derbaz bû. Di pêvajoya sed salan de gelê kurd li dijî vê rejîmê tim di nava serhildanan de bûn. Di pêvajoya nîv sedsalê ya Tirkiyeyê de bi îsyana PKK’ê ve derbaz bû. Di demek ku Tirkiye dikeve sedsala xwe ya duyemîn de pirsgirêka herî bingehîn bê gûman pirsgirêka azadiyê ya gelê kurd e. Bi ketina sedsala nû re tê dîtin ku Tirkiye yan wê li ser bingehê demokratîk-azadîxwaziyê yan jî wê bi îmha û kokmkujiyan neçare pirsgirêka kurd çareser bike. Çaryeka dawiyê di navbera vê dubendiyê de derbaz bû. AKP’ê û Erdogan li ser bingehê tunekirina kurdan di sedsala duyemîn de dewlet û hinek hêzên navnetewî îqna kirin û bi vî awayî derfetê bûyîna desthilata mutleq bidest xist. Jiber vê sedemê jî hemû derfetên dewletê pêşkeşî xizmeta Erdogan û desthilata wî hatin kirin. Hemû saziyên dewletê û navendên dewletperest xistin di xizmeta Erdogan de. Eger weke ku Erdogan digot têkoşîna azadiya kurd tesfiye kiriba, biketina sedsala nû re pirsgirêka kurd bi qirkirinê çareser bikira û wê di sedsala duyemîn de weke lîderê damezrîner li gorî ku dixwest wê jinûve şekil da ba rejîm û dewletê û wê weke zihniyet û kesayet wê bûba lîderê damezrîner yê sedsalê. Wê bi paradigmaya olî-netewperestiyê rejîma xwe ya nû ragihandiba. Weke hedefa 2023’yan tişta ku îlankiribû, ev bû. Lê li tevî ku hemû derfetên dewletê ji desthilata Erdogan û Bahçelî re hatin pêşkeşkirin jî, nekarîn têkoşîna azadiya kurd tune bike û li rex vê jî bi vî şerî re welat û dewlet anî rewşa ketinê. Dewlet di aliyê siyasî, hiqûqî, dîplomatîk, exlaqî û aborî de ket rewşek ku ji xwe bikeve û bikeve rewşa dewleta çete û mafya. Vê rewşê wisa kir têkildarî pêşeroja dewletê dudilî û gûman bikeve nava civak û aliyên berfireh yên siyasî de. Ji bo tunekirina têkoşîna azadiya kurd bi nêzîkatiya her rê rewaye Erdogan hemû astengiyên li pêşiya xwe bi alikariya partiyên siyasî yên heyî rakirin. Di vê pêvajoyê de Erdogan çi zagon û bêzagonî xwestibe tişta pêwîst çi bû bi hev re kirin. Lê li gorî ku Erdogan soz dabû nekarî kurdan xilas bike û nekarî tune bike. Rejîma Erdogan ji bo tunekirina PKK’ê di serî de Amerîka, gelek hêzên navnetewî û kurdên weke PDK’ê bi dijmin re hevkariyê dikin îqna kirine û tam alîkarî ji wan wergirtiye. Tim propagandaya pirsgirêka kurdan wê bi tunekirina PKK’ê re çareser bibe dikir. Di bingeh de baş dizanî ku cihê PKK lê nebe wê daxwaz û armancên azadiya kurd jî nebe. Bi kurtî Erdogan piştî ku li derve û hindir desteka û derfetên pêwîst wergirt, bi hemû hêza xwe ve ket ser rêya tunekirina tevgera me. Wî wisa difikirî ku tişta wî rizgar bike, bixe rewşa destnedan û winda nekirinê ji bo wê jî tunekirina PKK’ê ji xwe re kiriye mijara man û nemanê. Ger hûn bala xwe bidinê, rojeva bingehîn ya hilbijartinên 14’ê Gulanê tim bûye PKK. Her wekî ku PKK û Rêber Apo ketine hilbijartinan, tim di navenda propagandayan de ne. Yên ku bi salane dibêjin PKK xilas bûye, êdî wê tu kes di nîsana bê de navê PKK’ê nebîhîse niha bi şev û roj PKK li ser zimanê wan ranabe. Di rastiyê de dema ku em ber bi hilbijartinan ve diçin, rewşa ku tê dîtin ew e ku sazûmaniya li ser tunekirina PKK’ê hatiye avakirin, niha di nava êş û janan de ye. Erdogan di dîroka Tirkiyeyê de dijminatiya herî mezin ya gelê kurd kir, di çarçoveya vê dijminatiyê de komkujî û zilmên mezin kirin. Bi kurtî ji bo ku Erdogan qirkirina kurdan temam bike, hemû tişta ku bê kirin, kir lê bi sernekeft. Lewra piştî Erdogan kî bê bila bê wê nekaribe tiştekê rewşa heyî derbaz bike. Jiber ku rê û rêbazên heyî li rexmî ku asta herî jor de hatin kirin nekarîn serbikevin. Li rexmê van hemû kiryaran jî ku PKK di pêvajoya herî bihêz ya dîroka xwe ya nîv sedsalê dijî jî, dewleta tirk neçarê pêşxistina rê û siyaseta nû dike. Dê ev yekser pêk neyê. Yên nû tên jî ji bo xwe îsbat bikin dê xwe biceribînin. Lê ceribandina wan ya dijmintiya kurdan ku bû sedem sazûmaniya dewleta wan lewaz kiriye û bi bin xisitiye wê zêde dirêj neke. Weke gelê kurd û têkoşîna azadiya kurd me tim bi berxwedanê hebûna xwe mîsoger kir, ji niha û pêve jî em ê qet jibîr nekin ku bi berxwdanê serbikevîn. Windakirina rejîma Erdogan wê bibe yek ji serkeftinên herî mezin ya têkoşîna azadiya kurd ya nîv sedsalê. Bi binxistina siyaseta komkujî, qirker û înkarê ya li dijî kurd, wê her kesê mecbûr bike ku rê, rêbaz û siyaseta nû pêşbixin. Jiber wê yekê jî Erdogan û hemû hevkarên siyasî yên dijminên gelê kurd wê bi hev re winda bikin. Ji bo me gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê nîv sedsalek ku bû pêvajoya têkoşîna li dijî rejîma Erdogan û di heman demê de têkoşîna di navbera xeta hevkariya dijmin û welatparêziyê bû. Di demek ku dijminatiya gelê kurd di lûtkeyê de bû, gelê kurd aliyên bi dijmin re di nava hevkariyê de bûn wê qet jibîr neke.
-Pêşbîniya we ji bo herdu hilbijartinên Tirkiye çiye? Eger Erdogan serbikeve dê çi metirsiyekî mezintir bo kurdan û gelên herêmê bîne, eger Erdogan bikeve hûn pêşbîniyekî çawa ji bo hilbijartinê dikin?
Li gorî hemû daneyên li ber destin wê Erdogan winda bike. Wê mûxalefet piraniya parlementoyê bidest bixe. Lê wê nekaribe hikûmetê ava bike û yasayan biguhere. Di vê rewşê de wê pêwîstiya wan bi Tifaqa Ked û Azadiyê hebe. Em pêşbînî dikin ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi mercê bidestxistina demokrasî û azadiyê destekê bide mûxalefê. Ev jî wê bi xwe re bibe sedem ku AKP û MHP bên dadgehkirin û jiber sûcên ku kirine bikevin sergoya dîrokê. Em egera serkeftina Erdogan nabînîn. Lê eger bixwaze bi fêl, sextekarî, tundutîjî û zorê bimîne û di vê yekê de israr bike, di serî de şerê navxweyî û egera çêbûna her tiştî heye.
Weke ku me gotî, eger Erdogan winda bike jî Tirkiye wê di kêliyekê de demokratîk nebe û her tişt nabe gul û gulistan. Piştî ku Erdogan winda kir û qelehî çû, pêwîste bi aliyên civakî yên berfireh re ji bo birêvebirin û bername kirina têkoşîna demokrasiyê wê di nava civakê de hîn zêdetir derfet, hêvî û baweriyê çêbike. Pêwîste hêzên demokrasiyê û gelê kurd vê rewşê bi awayek herî baş binirxînin û bê navber têkoşîna xwe bidomînin. Nexwe yên ku hatî piştî demekê wê bikevin ser rêya yên çûyîn. Jiber wê jî ji bo hêzên demokrasiyê rojeva xeta berxwedan û têkoşînê divê tim rêya pêşiyê be.
Gelê kurd bi binxistina faşîzmê re wê destpêkê bêhnek kûr bide, wê şanaziya serkeftina bi berxwedanê ya li dijî hemû hêzên hovane bijî û piştre wê tekoşîna xwe ya azadiyê ya Reberê Azad-Welatê Azad li cihê mayî bi hemû derfetên xwe bidomîne.
-Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo hilbijartina serokkomariyê ragihandin ew ê piştgirî bidin namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu. Bi dîtina we sedema dernexistina namzetek serbixwe û piştgirîdayîna Kiliçdaroglu çiye?
Erdogan dijminê herî mezin yê dîroka Komara Tirkiyeyê ye ku destê wî ketiye xwîna kurdan. Kujerek destxwîne ku pêşeroja xwe li ser qirkirina siyasî û çandî ya kurdan ava kiriye. Siyasetek olî-netewperest û li ser bingehê dijminatiya jinan bingeh digire. Têkilî û tifaqên ku guncawê vê siyasetê pêkanîn. Keseke ku heta qirika xwe ketiye nava dizî, gendeliyê, herwiha bi hiqûqa mafyayê dewletê birêve dibe û keseke ku pêşeroja xweza û civakê didize ye. Dewleta tirk ji ber dijminatiya bi kurdan re Rojhilata Navîn anî rewşa bê îstîqrarî û tundûtujiyê. Bi xeyala Osmanî ket nava xeyalên hêza emperyal ya herêmê. Ji bo vê jî li herêmê di serî de DAIŞ bû patronê hemû terora olperesta siyasî. Despoteke ku tenê ne li Bakûr, ji Rojava heta Başûr li dijî hemû kurdan şer îlankiriye. Jiber vê yekê jî ji bo kurdan û demokratan divê karê destpêkê Erdogan û siyaseta dijminatiya kurdan dike, vala derbixe û bi binbixe. Ev wê tenê nebe binkeftin û windakirina Erdogan, wê bibe li erdê ketina siyaset û paradîgmayekê jî. Bi gihiştina lûtkeyê ya dijminatiya kurdan û binkeftina aliyên siyasî yên ku ji vê dijminatiyê re xizmet dikirin wê bi neçarî nêzîkatiyek û siyasetek nû beramberî kurdan bi xwe re bîne. Namzet dernexistina gelê me û hemû aliyên demokratîk, bi vê re piştgirî dayîna Kemal Kiliçdaroglu nêzîkatiyek raste. Di demek ku li dijî Erdogan di hemû astên civakê de nerehetî û bertekek cidî çêbûye de, ev nerehetî û bertek vegerandina vê ya hêzek hevkar ya herî rast bû ku bê kirine. Bi aweyek din guhertina sazûmaniya mafyayî ya ku Erdogan di nava 21 salan de avakiribû, wê gelek zehmet baya. Jiber vê yekê jî ji aliyê eniya ked û demokrasiyê ve piştgirî dayîna Kemal Kiliçdaroglu ku beramberî Erdogan namzetek hîn maqûl, paqij û dirist tê dîtin, li gorî me jî helwestek guncawe. Ev nêzîkatiya eniya ked û demokrasiyê hêvî û morala civakê zêde kiriye, nîşan daye ku di avakirina pêşeroja welat de aktorê herî bingehîne. Ev rewş wê di pêvajoyên pêş de, di mezinkirina têkoşîna demokrasiyê û veguhertina rejîmê de wê derfetek mezin bidest bixe. Lê feydeye ku ev jî bê gotin. Ji bo pêşerojê, ji bo serkeftina gelê me û têkoşîna azadiyê ev pêvajo wê weke pêvajoyek navberê be. Wê rewşek dawiyê çênebe. Piştî qelehîna Erdogan divê gelê me hîn bihêztir ji pêvajoya têkoşînê re amade be. Jiber ku tu serkeftin bêyî serkeftin pêknayê. Em dizanîn ku pêvajoya piştî Erdogan jî wê pêwîstî bi têkoşînek mezin û bê hempa hebe. Gelê me bi piştgirî dayînê şansek û derfetek daye Kiliçdaroglû û rêveberiya wî. Wê şiklê têkoşîna me bê gûman wê bi çawaniya nirxandina vê şansî ve girêdayî be.
-Ji destpêkê ve tim diyare ku PDK piştgiriyê dide tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê. Piştî Huda-Par tevlî tifaqa faşîst ya komarê bû, serdana başûrê Kurdistanê kir. Paşê hinek derdorên îslamî û PDK bangeşeya wê kirin ku çima kurd piştgiriyê didin namzetekî kemalîst yê weke Kiliçdaroglu? Hûn van şîroveyên wan çawa dibînin, gelo ev nayê wateya piştgirî dayîna Erdogan?
PDK’ê her wekî ku bi rejîma Erdogan re hevgirtina qederê çêkiriye. Tirk ji bo Azerbaycanê dibêjin ‘em yek milet û du dewletîn’. PDK û AKP jî di rewşa yek malbat û du partiyan de ne. Mirov dikare bêje PDK’ê bi herêmê re têkilî qut kirine û bi vê yekê xwestiye heremê bi Erdogan ve bide girêdan. Îro Hewlêr weke parêzgahek ya Tirkiye û malbata Barzaniyan jî ketine pozisyona waliyekê bi Enqereyê ve girêdayî. Vê siyaseta ku bi Enqereyê re hevkariyê dike zerarê dide statuya başûrê Kurdistanê, aboriya wê, xwezaya wê û nirxên wê û her wiha zerarek mezin daye hestên welatparêzî û bi awayek giştî zerar daye hemû gelê xwe. Vê siyaseta noker ne tenê zerar daye başûrê Kurdistanê, zerarên mezin daye hemû Kurdistanê. Beriya her tiştî, PDK bi AKP û MHP’ê re li dijî gelê kurd şer kiriye. Bûye hevkar û aktorê bingehîn yê şerê ku li Başûr, Rojava û Bakûr li dijî gelê kurd tê kirin. Di dema dagirkirina Efrînê û piştî wê alîkarî daye dijmin. Di şer û êrîşên li dijî Şengal û êzidiyan tê kirin de PDK’ê bi dijmin re hevkarî kiriye. Di êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Herêmên Parastina Medya tên kirin de PDK bûye hevkarê sereke. Ango sûcê PDK’ê yê li dijî gelê kurd herî kêm bi qasî yê AKP-MHP’ê ye. Jiber wê çendê baş bawer bikin ku ketina hikumeta mêtînger ya AKP-MHP’ê xewên şeva li PDK’ê direvîne. Lê binirên Barzanî rejîma dewleta yek partî ya Erdogan ji xwe re mînak digirin û ji bo ku bikaribe li Başûr dewleta partî ava bike hewl daye hemû partiyên din û hêzên siyasî ji holê rabike. Li dijî çapemenî û azadiya ramanê, mafê rêxistina demokratik û ramana azad, mafê jinan, aboriya demokratîk a wekhev û ji holê rakirina van hemûyan tim di nava êrîşan de ye. Jiber piştgirî dayîna PDK û dûvikên wê ji AKP-MHP-HIZBÛL KONTRA’yê tê famkirin. Berxwedana 10 salên dawî ya têkoşîna azadiya kurd, bûye sedemê diyarbûna du xetên li Kurdistanê. Xeta yekemin xeta berxwedanê û xeta duyemîn jî xeta hevkarî û xiyanetê ye. Li seranserê Kurdistanê tevgera me ku nûnertiya xeta welatparêziyê dike, PDK û dûvikên wê jî bê gûman bûye nûnerê xeta hevkarî û xiyanetê. Jiber vê sedemê jî evane piştgiriyê didin dijminên kurdan.
Beşek din jî hene ku di xeta hevkarî û xiyanetê de ne, lê jiber ku di ferqa gelê kurdê ku dijminatiya Erdogan û siyaseta wî dike de ye, newêrin piştgiriya xwe ya ji Erdogan re aşkere bikin. Ev beşa jî dibêjin ‘tu kesê ku nûnertiya me bike nîne lewra em boykot dikin.’ Evane ji her kesê zêdetir dizanin ku boykot kirin tê wateya piştgirî û destek dayîna Erdogan. Yên ku behsa boykotê dikin ewin yên ku bi awayek şermok û tirsonek destekê didin Erdogan. Şermokin, jiber ku ferqa her tiştî de ne. Tirsonekin, jiber ku hêrsa gelê me ya ji Erdogan re baş dizanin. Ji bo ku para xwe ji vê hêrsê negirin, ji xwe re ev rê dîtine. Lê hêjmara van şermok û tirsonekan pir kême. Weke ku me gotî xet zelal bûye. Yan wê di xeta welatparêziyê de bî, yan jî di xeta hevkarî û xiyanetê de, navbeyna vê nîne. Ev di her alî de wihaye. Ango yan tu dê li rex gelê xwe bî yan jî li dijî û li rex dijminê xwe bî.
Dîsa li hemû Kurdistanê gelek hêz û aliyên mezin yên xwedî hişmendiya demokratîk ya îslamî ku di xeta welatparêziyê de têdikoşin hene. Li dijî vana jî li her cihî hêzên hevkar, dewletperest û olperest hene. Weke ku me gotî li Kurdistanê xet zelal bûne. Bi derketina DAIŞ’ê re Erdogan xwe weke xelîfe-sultanê cihana îslamê dît. Tişta ku Erdogan hewl dide pêş bixe, hewldana vejandina Împaratoriya Osmanî ye ku bi ramaneke nû ya tirkîtiyê, ku di eslê xwe de mêtîngeriye, talankirin û firehkirine ku bi girêka olperestiyê hatiye pêçan. Destpêkê ne tenê hinek kurd, beşek mezin di nava civaka ereban de jî baweriya xwe bi vê siyaseta Erdogan anîbû. Pêvajoyekê posterên Erdogan kolanên ereban dixemilandin. Lê gelek bi ser vê yekê re neçû û civaka ereb rûyê wî yê reş dît. Lewra niha ji bo ereban Erdogan ket rewşa dijminê herî mezin. Lewra kurdên ku jiber îslamê destekê didin Erdogan bila baş bizanin ku turaniyekê ne tenê dijminê kurdan, dijminê hemû gelan û olane jî. Başûr û Bakûr ferq nake, li seranserê Kurdistanê eger ev rastî baş neyê zanîn, dibe yên ku ji ber olperestiyê piştgiriya wî bikin hebin, lewra divê em rastiya Erdogan baş nîşanî vana bikin. Ji bo wê jî divê em hîn zêdetir têkiliyan pêş bixîn û ji wan re bêjîn. Lê li dijî Hizbul-kontra û dûvikên wê yên kû di ferqa van hemû rastiyan de ne û li rexmê vê jî dijminatiya gelê kurd dikin û li rex dijmin disekinin em têkoşînê mezintir, wan weke dijminên din yên kurdan bibînîn û wan weke kurd û oldar nebînîn û bi vî awayî li dijî wan divê têbikoşîn.
-AKP ji bo têkçûna xwe veşêre dest bi operasyoneke berfireh a qirkirina siyasî li dijî ragihandina azad, hiqûqnas, siyasetmedar û çalakvanan kiriye. Ji bo ev operasyon negihije armanca xwe divê kurd û dostên wan çi bikin û çawa pûç bikin?
AKP’ê li dijî têkoşîna gelê kurd bi gelek cure, rê û rêbazan êrîş pêkanîn. Li rex êrîşên leşkerî, tim êrîşên qirkirina çandî û siyasî pêkanîn. Li dijî kurdên ku gelek caran pêvajoyên derbeyan derbazkirine, pêvajoyên girtinên komî hatin jiyîn. Çi dema tengav dibûn serî li vê rêbazê dane. AKP’ya ku Kurdistan vegerandiye girtîgehek vekirî, weke ku ev têrê nake girtîgeh bi hezaran kurdan tije kirine. Ev rewş tê wateya ku ew çiqas lewaz û bêçare ne. Dixwaze bi operasyonên sexte wisa bike ku li derve kesekê bikaribe pêşengtiyê bike nemîne. Lê piştî her operasyona du qatê kesên hatine girtin cihê xwe di mewziyên têkoşînê de digirin. Beriya çend salan dibe ku bandor û encama van operasyonan hebaya, dibû sedemê ku di civakê de dudilî û hinekî jî şûnde gav avêtinê. Lê asta roja me ya îro de ev rêbazên êrîşan jî hatine derbaskirin, bêwate bûne û bandora xwe winda kirine. Jiber nekarin bi milyonan bigirin, lewra wê mewzî tim tejî û dê tekoşîn tim berdewam be.
Armanca bingehîn ya van operasyonen bandorkirina hilbijartina ne. Rojnamevanan bi propagandayek bi bandor û herikîna agahiyan morala gel tim bilind dikir, parêzer ji bo ewlekariya sindoqan hêzek gelek bi bandor bûn, siyasetmedar jî di rola sembola berdewamiya tekoşîna gelê xwe de ne. Jin sembola têkoşînê, pêşeng û rengê herî xweşik û herî bihêzin. Jixwe dijmin ji bo tevgera me û partiya me PKK’ê tim dibêje ‘partiya jinan, tevgera jinan’. Têkoşîna azadiya jinan nûnertiya aliyê bîrdozî ya têkoşîna me dike. Ji bo wê jî eger we bi baldarî mêze kiribe herî zêde êrîşê jinan dikin. Di rastiyê de dixwazin qirkirina çandî jî di vî alî de pêkbînin. Jiber van sedeman jî gelê me dizane ku çawa van êrîşan bêbandor bike. Gelek faydeyê faşîzma AKP’ê ya di 20 salên dawiyê de ji bo pêşkeftin û bihêzbûna refleksên gelê me çêbûye. Jiber wê yekê jî sazî û mewziyên têkoşînê bi mirovên ku hîn zêdetir dixebitin ve tejîkirin wê ji dijmin re bibe bersiva herî mezin. Hemû hevrêyên me yên ku ji aliyê faşîzma AKP’ê ve bi awayek neheq û bê hiqûqî xistine di girtîgehan de wê di demek kin de derbikevin. Jiber ku li derve ew qas diz, kujer, mafya, kesên destdirêjiyê dikin kombûne lewra divê cihê wan bê valakirin.