Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Serdema modernîteya demokratîk wê hilê

Avakirina neteweya demokratîk pêştirî avakirina sosyalîzmê ye, û pêşî li riya diçe sosyalîzmê vedike. Li gorî zanista civakî, ev avakirina bi şoreşê dibe, ji bo vê jî divê wezîfeyên exlaqî û polîtîk bêne bi cihanîn. Tevî hemû dorgirtinên modernîteya kapîtalîst, pêşengiya PKK’ê di vê çarçoveyê de li wezîfeyên xwe xwedî derkeve kare serketî bibe. Di vê rewşê de şert e ku kadro xwe perwerde bikin û felsefeya jiyana azad bikin şêwazê xwe yê jiyanê. Partî bi tevahî li dijî her cure êrîşên ji derve û hundir bi tenê dikare xwe bi nasnameya îdeolojîk û polîtîk biparêze; bibe xwedî hêza pêngavê û bi civak re bi yek be. Kadroyên partiyê divê bi temamî di warê îdeolojîk û polîtîk de têra xwe hebin, nexasim divê di her şert û mercî de xwedî wê hêzê bin ku girêdana xwe ya bi exlaqê jiyana azad re nîşan bidin.

Di çanda Rojhilata Navîn de ‘insanê kamil’ heye ango ew ferdê têra xwe dike, divê kadroyê partiyê jî bibe xwedî ew hêzê ku karibe bibe ‘insanê kamil’ û vê aktualîze bike û pêk bîne. Divê xwedî wê hêzê be ku karibe li ber hemû şêwazên jiyanê û îdeolojiyên desthilatgir, mîlliyetgir, cinsiyetparêz, dîndar, lîberal korker û ji heqîqetê dûr dixin rabe û pûç bike. Di tevahiya serdeman de hewcedarî bi insanê kamil hebû û herî zêde jî roja me ya îro pêdivî bi wan heye û kengî mirov bibe kadroyê modern ê sosyalîst ev pêkan e. Bi tenê bi van kadroyan mirov dikare xwe li pêvajoya avakirina jiyana neteweya demokratîk rakişîne. Dema hewce bike, divê her kadro karibe xwe veguherîne bi sedan rêxistinên neteweya demokratîk û bi vî awayî di wezîfeya xwe de bi ser bikeve. Naxwe kadroyek û rêxistina wî di bin bandora şêwazên jiyanê û îdeolojiyên navbihurî de bi tenê dibe çavkaniya pirsgirêkan. Her kadroyê pêşeng ê di warê îdeolojîk, polîtîk, exlaqî û rêxistinî de têra xwe bike, serketina wî ya di avakirina neteweya demokratîk de misoger dibe.

PKK bi awayekî berbiçav û bi awayekî aktuel bi du pirsgirêkên bi qasî çiyan mezin rûbirû ye. Bêguman em behsa pirsgirêka şer an aştiyê dikin ku têkiliyeke xurt a diyalektîkî di navbera wan de heye. Neteweya demokratîk mafek e, û di çareserkirina aştiyane ya pirsgirêka kurd de weke xwestek formala çareseriyê ya di asta herî jêr de ye. Lê statuya qirkirinê ya li ser kurd û Kurdistanê, xwe bi ti awayî naxweza nêzî formula çareseriya demokratîk aştiyane ya di nava yekparebûna dewleta netewe de bike. Ji ya xwe nayê xwarê û israr dike ku xwediyê hêz û mafê îmha û înkarê ye. Yekdestdariyên mêtinkariyê û hêzên dewleta netewe yên kurd û Kurdistan di nava xwe de parve kirine tevî ajan û hevkarên bi koka xwe kurd, dixwazin siyaseta qirkirinê di bin navê xapînoka ‘mafên ferdî’ de bixemlînin, bi maske bikin û dîsa dewam bikin. Vê weke mafê xwe yê çînî û neteweyî yê dev jê nayê berdan dihesibînin. Di nava yekparebûna dewleta netewe de be jî ev helwest derfet nade çareseriya aştiyane û demokratîk. Eger çareseriya aştiyane û demokratîk nebe, ev tê wê maneyê ku rêbazên berevajiyê vê bêne meşandin ango ji hemû aliyan ve; şerê qirkirinê bi rêbazên eskerî, siyasî, civakî, çandî, ekonomîk, dîplomatîk û psîkolojîk ve bi awayekî yekpare bê meşandin. Jixwe ya li ser kar jî ev şerê qirkirina kurdan e ku beşekî mezin bi dizî û sergirtî tê meşandin. Ev şerê qirkirinê ji sedsalî zêdetir bi awayekî yekalî û bi gelek hevgirtiyan tê meşandin û armanca wî ew e, kurdan ji nava dîrokê rake, koka wan biqelîne û bike civakek e ku ji azadiyê bêpar maye.

Ev pêvajoya pêk tê ku bi awayekî mirov dikare jêre ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bibêje, mîna di dema şeveqavêtina dîroka şaristaniyê de rola Proto kurd li qûntara Zagros-Toros pê rabûn bi awayekî heman rengî dide ber PKK’ê û ji bo bi vê rolê rabe wê dike namzet. Lê vê carê, li ser xeta civakeke bê çîn, bê dewlet, bajarên ekolojîk, aboriya karê nake armanc û demokratîk ji PKK’ê tê xwestin li gorî şaristaniya nû û modernîteya demokratîk bibe namzetê vê rolê. PKK’ê ji serî ve xwe li gorî vê rola dîrokî da naskirin. Herçiqasî gelek kêmasî û şaşiyên wê hebin jî sîh salên wê yên dijwar îspat kirin ku kare bi vê rolê rabe. Gelê Kurdistanê yê PKK bang lê dikê, bersiva erênî daye. Kurdistan êdî di wê bêdengiya mirin û goristanê de nîne. Pêvajoya pêşiya me çi bi şer û çi jî bi aştiyê bi ser bikeve, di encamê de wê bibe serdema avabûna neteweyên demokratîk. Bi vî awayî di çanda şaristaniya Rojhilata Navîn de bi hezaran sal in, dekûdolabên şaristaniya çînî, bajarî û dewletdarî yên her der kirin gola xwînê, qebîle, dîn, mezheb û netewe ber qirika hev dan, li ser bingehê yekparebûna neteweya demokratîk wê serdema modernîteya demokratîk hilê.

Nûçeyên Têkildar