Serlêdana ji bo hevdîtinê ya malbata Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hatin redkirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana malbata Ocalan û girtiyên din red kir.
Hat zanîn ku serdozgeriyê ‘Qanûna Ewlekarî û Cezayê ya bi jimar 5275’an’ û ‘Sînordarkirina mafê hikumxaran’ weke hinceta redkirina serlêdanê destnîşan kiriye.
Girtiyên siyasî Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku wekî sekreterya çûbûn Îmraliyê ji ewil di 15’ê adara 2015’an de bi malbatên xwe re hevdîtin kiribûn. Girtî Hamîlî Yildirim jî piştî çû Îmraliyê di 15’ê tîrmeha 2015’an de bi malbata xwe re hevdîtin kir. Piştî van hevdîtinan, girtiyan heta niha tenê di 5’ê hezîranê û di 12’ê tebaxê de bi malbatên xwe re hevdîtin kir. STENBOL