PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Serdozgeriya Komarê li polîsên îşkencekar xwedî derket

Polîsên dewleta tirk dema ku ciwanên HDP’î dibirin Edliyeya Edeneyê, îşkence kirin. Li ser vê yekê jî hem ciwanan û hem jî polîsan gilî kir. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê jî polîsên îşkencekar jinedîtî ve hat û der barê ciwanên ku hatine îşkencekirin de îdianame amade kir

Polîsên dewleta tirk di 17’ê hezîranê de li Edene, Nîgde, Antalya û Mêrdînê li hemberî endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyonek pêk anî. Di encama operasyonê de 5 jê zarok bi giştî 31 kes hatibûn binçavkirin. Di 20’ê hezîranê de jî dema ciwan anîn Edliyeya Edeneyê, polîsan xwest ku destê wan ji paş ve kelemçe bike lê ciwan li hemberî vê derketibûn. Piştî vê ciwan hem li edliyeyê û hem jî emniyetê hatibûn îşkencekirin.

Ciwanan piştre jî ji ber tundiya li wan hatiye kirin, der barê polîsên îşkencekar de li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê giliyê polîsan kir. Her wiha polîsan jî giliyê ciwanan kir. Di çarçoveya lêpirsînê de dozgeriyê îfadeya ciwanan û polîsan girt. Ciwanan di îfadeya xwe de gotin ku polîsan îşkence li wan kiriye. Polîsan jî îdia kir ku ciwanan êrîşî wan kiriye.

Lê belê dozgeriyê tenê der barê 26 ciwanên HDP’î de îdianame amade kir. Dozgeriyê jî bi îdiayên ‘Peywira karmendên dewletê hatiye astengkirin’ û ‘Gef li karmendên dewletê hatiye xwarin û heqaret lê hatiye kirin’ der barê ciwanan de îdianame amade kir.

9’emîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Edeneyê jî îdianame qebûl kir û danişîn taloqî rojên pêş kir. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar