Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Serdozgeriyê ji bo doza JÎTEM’ê biryara ‘neşopandinê’ da

Leşkerên dewleta tirk di 3’yê tîrmeha sala 1993’yan de li gundê Çêlik ê Kerboran a Mêrdînê bi îdiaya ‘PKK’yî ne’, welatiyên bi navên Ahmet Kavakçioglu, Mehmet Kavaçioglu, Alaattîn Acar, Fahrettîn Acar, Mahmût Erol, Suleyman Erol û Zulfer Akkurt qetil kirin. Bi boneya vê komkujiyê, di sala 2013’an de doz hate vekirin. Lê Serdozgerê Komarê ya Kerboran a Mêrdînê der barê doza JÎTEM’ê de biryara neşopandinê da. Têkildarî mijarê parêzerê dosyaya Doza JÎTEM’ê Erdal Kuzu ji MA’yê bi Ahmet Kanbal re axivî.

Kuzu diyar kir ku biryara serdozgeriyê encama polîtîkayê bêcezahiştinê ye û wiha domand: “Hemû delîl di bin Bendava Ilisuyê de winda kirin. Di sala 2013’an de doz hatibû vekirin. Lê Serdozgerê Komarê yê Kerbaranê piştî lêpirsîna 7 salan a der barê Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Alî Tapan de biryara ‘Hewcehî bi lêpirsînê nîne’ da.”

Dozgerê dozê lêkolîn nekirin

Di berdewamê de Kuzu anî ziman ku dozgeriyê di 6 salan de ji bo dozê tu lêpirsîn nekirin û wiha pê de çû: “Niha jî bi hinceta ku bi ser re dem derbas bûye hewcehî bi lêpirsînê nedît û betal kir. Di salên 90’î de li Kerboranê gelek mirov hatin windakirin û kuştin. Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê hêj li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê didome. Ev doza li Semsûrê û doza 7 gundiyên Çêlikê dişibin hev. Dozgerê dozê 6 salan rawestiya û tu lêkolîn nekirin. Dewletê mafê jiyanê yê 7 welatiyan binpê kir. Lê niha dozger biryara bê şopandinê dide. Li dijî sucê ku rayedarên dewletê kiriye dîwarek bilind ava kirine. Destûr nadin ku erkdar û rayedarên dewletê yên sûc kirine bên cezakirin.”

Herî dawî jî Kuzu wiha got: “Gundê Çêlikê di bin Bendava Ilusuyê de ma. Ev bendav hem ziyanê digihîne xwezayê û hem jî delîlan tune dike. Bi bendavê re sûcê li dijî mirovahiyê jî di bin avê de ma. Ji bo betalkirina dozê me serî li Dadgeha Cezayê ya Sulhê ya Midyatê da. Dê têkoşîna me ya hiqûqî berdewam bike.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar