Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Serdozgeriyê ji bo Guven û 3 parlamenterên HDP’ê ceza xwest

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind der barê parlamenterên HDP’ê Leyla Guven, Tayîp Temel, Pero Dundar û Mûsa Farîsogullari de biryara ‘darizandina bilez’ da û mutala amade kir. Serdozgeriyê xwest ku parlamenterên HDP’ê bên cezakirin û cezayê wan bê erêkirin

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, dosyaya Leyla Guven ku 60 roj in li dijî tecrîdê di grevê de ye jî di nav de, 4 parlamenterên HDP’ê yên ji doza KCK’ê tên darizandin bi lez lêkolîn kir û ji dadgeha bilind xwest ku cezayê wan bê erêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind piştî erêkirina cezayê hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, ji bo erêkirina cezayê 4 wekîlên HDP’ê mutala amade kir. Di 14’ê nîsana 2009’an de di bin navê ‘Doza KCK’ê’ de dewleta tirk li dijî siyasetmedarên kurd dest bi qirkirina siyasî kir. Dadgehên herêmî jî têkildarî siyasetmedarên kurd de bi lez û bez biryar dabû û xwestibû ku bên girtin. Di nav de Ahmet Turk û Hatîp Dîcle jî, der barê 154 siyasetmedarên kurd de doz hatibû vekirin û ev doz hîn jî berdewam in. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind dosyaya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 60 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye û 4 parlamenterên HDP’ê de biryara ‘darizandina bilêz’ da û xwest ku bên cezakirin. Serdozgeriyê der barê parlamenterên HDP’ê Leyla Guven, Tayîp Temel, Pero Dundar û Mûsa Farisogullari de  mutala amade kir û xwest ku cezayê wan bê erêkirin.

Li hêlekê hevdîtin û li hêla din qirkirina siyasî

Hikûmeta AKP’ê di 14’ê nîsana 2009’an de di bin navê ‘Doza KCK’ê’ de li dijî siyasetmedarên kurd operasyona qirkirina siyasî pêk anî. Di encama operasyonan de endam û rêveberiyên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) jî di nav de, gelek siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî, rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û hwd. hatin girtin û binçavkirin. Beriya operasyona qirkirina siyasî, Ocalan û KCK’ê beriya hilbijartina 29’ê adara 2009’an, ji 13’ê nîsana 2009’an heta 1’ê hezîranê agirbest ragihandibû. Di heman serdemê de di navbera dewlet û KCK’ê de jî li Osloyê hevdîtin dihatin kirin.

Operasyonên hemwext

Di operasyonên di 14’ê nîsanê, 17’ê hezîran, 11’ê îlon û 25’ê kanûna sala 2009’an de 151 siyasetmedar hatin binçavkirin û ji van 103 hatin girtin. Di heman demê de Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li ser 10 rêgezên xalên bingehîn 156 rûpel ‘Nexşerê’ amadekiribû û di 15’ê tebaxê de pêşkêşî dewletê kir. Tevî van êrîşan jî li ser banga Ocalan di 19’ê cotmeha 2009’an de ji Qendîl û Mexbûrê 34 kesên ku weke Koma Aştiye tên zanîn, hatin Tirkiyeyê. Lê ji Koma Aştiyê gelek jê hatin girtin an jî cezakirin. Piştî Koma Aştiyê jî di 25’ê kanûna 2009’an de li 9 bajaran operasyoneke hemwext pêk hat û di nav de 10 hevşaredarên DTP’ê jî, 76 siyasetmedar hatin binçavkirin û ji van 23 jê hatin girtin. Ji kesên dihatin darizandin Fadile Bayram, Mehmet Abbasoglu, Sevê Demîr û Îlhan Dîken dema ku jiyana xwe ji dest dan, darizandina wan hîn didomiya.

Li bi dehan siyasetmedaran ceza birîn

4’emîn Daîreya Dadgeha Edliyeya Herêma Dîlokê beriya hilbijartina 24’ê hezîranê,  cezayê ku dadgeha herêmî ji bo 89 siyasetmedarên kurd ku di nav de 4 namzetên parlamenteriyê jî hebûn dixwest, erê kir. Di heman çarçoveyê de dadgehê li siyasetmedar Zubeyde Zumrut 5 sal,  li Mehmet Guzel û Mehmet Karasungur jî 4 sal û 8 meh ceza birî. Heyeta dadgehê der barê dosyaya dozê ku ji 11 hezar û 84 rûpelan pêk dihat, di nav 8 mehan de biryar da û cezayê 89 siyasetmedaran erê kir. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî di 28’ê adara 2017’an de ji 154 siyasetmedaran li 139 siyasetmedaran ceza birî.

Dosya şandibûn Dîlokê

6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê piştî 8 salan di 28’ê adara 2017’an de biryar dabû. Dadgehê der barê 99 kesan de bi giştî hezar û 109 sal û 10 meh û 22 roj cezayê girtîgehê dabû. Li ser îtîrazê, dosya şandibûn 4’emin Daîreya Îdarî ya Dadgeha Herêmê ya Dîlokê. Dadgehê di 18’ê nîsana 2018’an de der barê 89 kesan de ceza erê kir. Der barê 10 kesan de jî biryar xera kiribû.

Îhtimala xistina parlamenteriya wan heye

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind der barê parlamenterên HDP’ê Leyla Guven, Tayîp Temel, Pero Dundar û Mûsa Farisogullari de mutala amade kir û xwest ku cezayê wan bê erêkirin. Serdozger di 18’ê kanûna 2018’an de mutala amade kir û şand 6’emîn Daîreya Dadgeha Bilind. Ger ku dosya bê erêkirin, dê dosyaya 4 wekilên HDP’ê bişînin meclisê. Li gorî nîqaşên di meclisê de, dibe ku parlamenteriya wan bê xistin jî.

Rêbaza beriya 24’ê hezîranê

Gelek kesên ji vê dozê dihatin darizandin, ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adara sala 2019’an de bên kirin, namzet an jî bernamzet in. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin têkildarî mijarê axivî û got ku di sala 2009’an de operasyonê dest pê kir û der barê siyasetmedaran de 7 hezar û 500 rûpel îdianame amade kirin û wiha got: “Wekî 600 klasorî şandin dadgeha îstinafê. Dadgeha îstinafê çawa di demek kurd de ev dosya erê kirin? Me li dijî vê biryarê îtiraz kir. 2 meh berê dosya çûn Dadgeha Bilind. Di dosyaya ku 190 bersûc hene de çawa ew qas zû bi encam dikin? Xuyaye ku beriya hilbijartinê serî li rêbaza beriya hilbijarina 24’ê hezîranê didin.” AMED-MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar