Navenda Nûçeyan |
Azerbaycan û Ermenistan di sala 1922’yan de tev li Yekitiya Cumhuriyeta Sovyetê ya Rûsyayê dibin. Di navbera her du aliyan de qada bi navê Qerebaxê tim bi pirsgirêk bû. Piştî vê yekê di sala 1923’yan de ji aliyê biryara Moskovê ve Qerebax bi statûya xweseriyê tev li Azerbaycanê tê kirin. Ev biryara ku bi destê Moskovê hatî dayîn jî tu carî ji aliyê Ermenistanê ve nayê qebûlkirin. Bi belavbûna Sovyetê jî di sala di sala 1988-1994’an de cara yekem şer di navbera her du aliyan de destpê dike. Bi hezaran mirov di vî şerî de tên kuştin.
Di sala 2016’an de careke din şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de destpê dike. Şer heta 4 rojan berdewam dike. Di nava 4 rojan de bi dehan kes tên kuştin. Piştî 4 rojan bi navberkariya Rûsyayê di serî de Azerbaycan û pişt re jî Ermenistanê agirbes îlan dike.
Çekên giran tên bikaranîn
Ev şer û pevçûnên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de, di 23’ye îlona 2020’an de careke din destpê kir. Li gorî ragihandinan di şer de çekên giran tên bi kar anîn û Serokwezîrê Azerbaycanê Îlhan Alîyev seferberiyek qismî îlan kiriye. Piştî ku li Azerbaycanê ‘Rewşa Şer’ hat îlankirin Ermenistanê jî ‘Rewşa Awarte’ îlan kir.
Banga dîyalogê…
Wezîrê Parastinê yê Ermenistanê, diyar kir ku şer û pevçûn heya şev dewam kiriye, qerebaxa Terter a artêşa Ermenistanê hatiye gule barandin û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.Wezareta Parastina Azerbaycanê jî di daxuyaniya dayî de dest nîşan kir ku 22 tankên aîdê yekîneyên ermeniyan, 15 balafirşikên OSA û 18 ÎHA hatin îmhakirin û 550 leşkerên artêşa Ermenistanê hatin kuştin.
Li ser krîza her ku diçe mezin dibe de ji aliyekî ve Rûsya ji aliyê din ve jî Çîn û Fransa banga diyalog û nermbûnê li her dû aliyan kir. Tê zanîn ku Tirkiye ji berê ve jî piştgiriyê dide Azerbaycanê û li gor daxuyaniya Serokwezîrê derve jî dê tirkî ‘Bi hemû îmkanên xwe li cem Azerbaycanê cih bigire.’
Komên îllegal jî tev li şer dibin
Du çavkaniyên nêzî çeteyên Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ji Reutersê re diyar kiribû, hêzên ku dewleta tirk piştgirî dide ‘piştevaniya’ hêzên Azerbaycanê şandine herêmê. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê derbarê vê mijarê daxuyanî dabû. Li gorî agahiyên hatî parvekirin li Qerebaxa Jorî de ‘komên çekdar ên îlegal’ ên ji Sûriye û Lîbyayê hatî di şer de cî girtine. Moskovê di daxuyaniyê de bang li welatên mûdaxeleker kir ku “Çete û terorîstên biyan” bikar neynin.
Her wiha Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku şîrketên ewlehî yên tirk çeteyên li Sûriyeyê veguhastiye Azerbeycanê û piştrast kir ku piraniyan wan jî tirkmen in. SOHR destnîşan kir ku hejmara çeteyên ku Tirkiye ji bo li dijî Ermenistanê bide şerkirin şandiye Azerbeycanê gihiştiye 850’î kesî.