Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya dînamîkên hêzên cîhanî û polîtîkayên ewlehiyê de ji nêz ve girêdayî hevin. Rêber Apo di perspektîfên xwe de gelek caran bal dikşîne vê şerê û her daîm hişyarî dide PKK’ê, gelê kurd û gelên bindest. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn îro wekî Rêber Apo balkişandibû navenda xwe li Rojhilata Navîn e û ji aliyê du hêzên serdest ên cemserî yê cîhanê tê rêvebirin. Pevçûn û şerên li gelek herêmên cîhanê nemaze yê li Rojhilata Navîn,  pêşbînî û hişyariyên Rêber Apo yên têkildarî Şerê Cîhanê yê 3’yemîn rast derxistin û niha di rojeva cîhanê de ye.

Wekî mînak şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hizbûlahê Lubnanê û êrîşên qirker ên Tirkiyeyê yê li ser Kurdistanê wek qonaxên şerekî bi vî rengî yên global tê nirxandin. Tevgera berfireh a ku ji hêla Rûsyayê ve li dijî Ukraynayê di sala 2022’yan de dest pê kir bû sedema yek ji mezintirîn pevçûnên piştî Şerê li Ewropayê. Ev şer veguherî pevçûneke nerasterast di navbera hêzên pêşeng ên NATO û Rûsyayê de û hevsengiyên ewlekariya cîhanî hejand. Piştgiriya leşkerî û malî ya hêzên NATO’yê ji bo Ukraynayê dibe sedema bertekên Rûsyayê, ku xetera bikaranîna çekên nukleerî zêde dike. Dîsa pevçûnên berdewam a di navbera Îsraîl û Filistînê de li Rojhilata Navîn bi tevlîbûna Hamas û Hizbûlahê aloztir bû. Îsraîlê êrîşên Hamasê wekî hincet nîşan da û li xeta Xezayê komkujiyan dike û di demên dawî de berê komkujiyan daye ber Libnanê . Ji ber ku Hamas. Hizbûlah, Haşdî Şabî û komên hwd. ji aliyê Îranê ve piştgiriya siyasî û eskerî digre, Desthilata Netenyahu yê Îsraîlê,  ji DYA û hêzên pêşeng  ê NATO’yê piştgiriyeke mezin distîne. Elbet hêzên serdest ên cîhanê ne xwe bixwe jî be, bi hêz û komên herêmî şerê welkaletê didin.

Belê hezên serdest ên cîhanê ji bo şerekê mezin û berfireh xwedî plan û projene û her roj gav bi gav dixin meriyetê. Li pêşiya plan û projeyên wan ên mêtingerî û dagirkeriyê çi hêza serhildêr û asteng hebe wê tine bikin û ji nû ve cîhanê dizayn bikin. Bê statubûna kurdan a li ser axa xwe û têkoşîna tevgera Azadiya Kurdistanê jî di vê hêlê de ji bo dagirker û mêtingeran astengiyeke mezin e. Dewleta tirk a dagirker bi pêşengiya desthilata AKP-MHPê ev erk girtiye li ser xwe û sondxwarê tinekirina hêza kurdan e. Elbet ji xwe re hevkar û nokeran jî di dewşirîne, PDK ji bo li ser erk bimîne û desthilatê ji dest wenda neke bi salane vê erkê girtiye ser xwe.

Zêdetirî 3 sal in li herêmên Parastina Medyayê bi hevkariya serdestên malbata Barzaniyan, dewleta tirk li dijî tevgera azadiyê, tevgereke berfireh daye dest pê kirin. Her wiha dema firsend bibîne êrîş dibe ser Rojava yê Kurdistanê û binesaziya herêmê dike hedef û armanc dike sazbûna îdarî û siyasî ji holê rake. Ev tevgerên Tirkiyê hem li ser siyaseta navxweyî hem jî li ser hevsengiya hêzên herêmî bandorên girîng dike. Welatên wekî Rûsya, DYA, NATO, Çîn û Îran di van pevçûnan de rasterast rol digirin. Bêdengî û bêhelwestiya hêzên cîhanê yên hember komkujiyên Tirkiyê yên dijî kurdan, komkujiyên Îsraîlê yên dijî Filistiniyan vê yekê eşkere derdixe ber çavan.

Di vê warî de elbet hazirî û amadekariyên Tevgera Azadiyê jî hene, bi salane Rêber Apo di çala Îmraliyê de bi perspektîf û pêşbiniyên xwe Tevgera xwe hişyar dike û nexşe rêyeke xurt pêşkêş kiriye. Dewleta tirk 42 mehin li Îmraliyê tecrîdeke giran a qirkirin û êşkenceyê li hember Rêber Apo dimeşîne û her diçe vê plana qirêj dişidîne. Pêngava Ji Rêber Apo re Azadî yê Cîhanî di vê çarçoveyê de salakê xwe tije dike. Li hember şerxwazan û serdestên pergala kapîtalîst, pêngav îro bûye sêwaneke aştî û daxwaza demokrasiyê. Li hemû cîhanê kesayetên akademîsyen, rewşenbîr, siyasetvan û saziyên demokrat – azadîxwaz û dijberên şer, di bin vê sîwanê tên ba hev û li hember pergala kapîtalîst êniyekê dij şer avadikin. Belê mifteya vê yekê jî di şikandina tecrîda li Îmraliyê de , di azadiya Rêber Apo û çareseriya doza azadiya kurdan de dibînin. Ji bo vê her cûre çalakî û xebatan dimeşînin, têkoşînê her xurttir dikin. Gotin li cih be bi pêşengiya kurdan tevgereke enternasyonal a aşitiyê avabikin. Bi milyonan kes û piştgirên vê pêngavê dizanin ku wê şerê cîhanê bi arambûna li Rojhilatê Navîn têkbiçe, û wê aştî , xwedî statubûna kurdan û gelên herêmê pêk bê.

Ji ber vê yekê Pêngava Ji Rêber Apo re Azadî ku salekê xwe tije dike her mezintir û xurttir dikin.

Firkên Rêber Apo belav dikin, bi kampanyayên nû baldikşînin pergala êşkence û qirkirinê yê li Îmraliyê û dixin rojeva raya giştiyê cîhanê.

Nûçeyên Têkildar